ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-01 09:00:34 * Şerefxan Cizîrî, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî ewilî divê kurdî bê qebûlkirin û got: "Ji bo em nebin kujerê gelê kurd, divê em xwedî li kurdî derkevin."  *  Polîsan bi hinceta ku maske nedaye ber devê xwe Bariş Çetîn biribûn midûriyeta polîsan. Li midûriyetê sîxurtî li Çetîn hatiye ferzkirin û bi hinceta ku "heqaret li polîsan kiriye" derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin.    * Li Amedê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" operasyon hatibû lidarxistin û di vê operasyonê de gelek kes hatibûn binçavkirin. Lê derket holê ku ev operasyon lîstika îstixbaratê ye. Mehmet Saît Bozkûş ku du keçên wî di vê operasyonê de hatine girtin, di daxwaznameya xwe ya ku daye Baroya Amedê de komploya hatiye gerandin yeko yeko gotiye. Du keçê Bozkûş, ji ber îfadeyeke wî ya bêyî ku bixwîne pê dane îmzekirin hatine girtin.    * Qeyûmê Şaredariya Rezanê, îdia kiribû ku ji Taxa Sakalliyê hezar kes tevli AKP'ê bûne. Şêniyên taxê anîn ziman ku heya niha tu xizmeta şaredariya AKP'î nedîtine û tevli AKP'ê nebûne.    * Endamê HDP'î yê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê Abdûllah Koç, ji bo Pakêta Darazê ya 4'an anî ziman ku heger bê qebûlkirin dê azadî hîn bêtir jî bên binpêkirin.    * Hevserokê HDP'a Êlihê Omer Kûlpû, diyar kir ku bi tecrîda Îmraliyê re yekîtiya neteweyî tê astengkirin û ji bo tecrîd bi dawî bibe îşaret bi têkoşîneke hîn mezintir kir.   * Gundiyên gundên Şirnexê bêyî destûra Walitiya Şirnexê nikarin bikevin gundên xwe. Jinên gundî bertek nîşanî vê rewşê dan û ev tişt gotin:" Bi vî awayî dixwazin gundê me bêmirov bihêlin."    * Wê rêxistinên karsazan ên Amedê li avahiya DTSO'yê der barê "Pergala Şopandina Malên Şînê" de daxuyanî bidin. (11.00)   * Wê hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, têkildarî mitînga ku dê di 8'ê tîrmehê de li dar bixin daxuyanî bidin. (11.00)    * Wê gelek navenda jin li dijî rakirina ji meriyetê ya Peymana Stenbolê dakevin qadan û çalakî li dar bixin. (11.00 - 20.00)   * Li Wanê wê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz hevdîtinan jinan bê sazkirin. (13.00)   * MED-DER, ji bo pêşxistina zimanê kurdî li gundên navçeya Çinarê ya Amedê dê şahiyên zarokan li dar bixe. (15.00)