Cizîrî: Ji bo em nebin kujerên kurdan divê em xwedî li kurdî derkevin 2021-07-01 09:08:19 AMED - Şerefxan Cizîrî, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî ewilî divê kurdî bê qebûlkirin û got: "Ji bo em nebin kujerê gelê kurd, divê em xwedî li kurdî derkevin."  Kampanyaya îmzeyan a Tora Zimanê Kurdî ku di 21'ê Sibatê de ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dabû destpêkirin didome. Her wiha komîsyonên ku ji aliyê Tora Zimanê Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî hatine avakirin, bajar bi bajar, gund bi gund digerin û xebatên di warê ziman de didomînin. Yek ji birêvbirên kampanyayê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, bal kişand ser girîngiya zimanê perwerdehiyê.    Cizîrî, diyar kir ku çendî ku astengî hebin jî kampanya gihaye asteke girîng û divê kampanya bi hejmara îmzeyan neyê sînordarkirin. Cizîrî, destnîşan kir ku kampanya di heman demê de pirsgirêka zimên jî daniye holê û got: "Divê di nav kurdan de bîrbiriya zimên hîn bêtir qewî bibe. Di çarçoveya kampanyayê de li deriyê kê bê xistin, ew di warê armanc û girîngiya kampanyayê de tên serwextkirin û îmzeyê didin. Her kes hay ji berpirsiyariya xwe ya ji bo zimên çêdibe û xwe dide ber lêpirsînê. Em dikarin pirsgirêka zimên bi vî awayî çareser bikin."    POLÎTÎKAYEKE DURÛ    Cizîrî, bilêv kir ku li hemberî kurdî polîtîkayên "durû" yên dewletê hene, lewma bes bi kampanyayê ne pêkan e ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Cizîrî got: "Rayedarên îqtidarê di dema hilbijartinan de tim behsa biraatiya bi kurdan re û mafên kurdan dikin. Lê êdî kurd ji va gotinan yeqîn nakin."    DIVÊ BÊ NASKIRIN   Cizîrî, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî ewilî divê kurdî bê qebûlkirin û daxilî nav statuya zimanê fermî bê kirin. Cizîrî got: "Di danezana mafên mirovn a gerdûnî de, ziman mafê sereke ye. Neqebûlkirina zimanê gelekî, astengkirina perwerdehî û axaftina bi zimanê gelekî durûtî ye. Tu fêdeya vê polîtîkayê ne ji bo dewletê ne jî ji bo gelê tirk heye. Heger dilê wan heye li vê erdnîgariyê bi kurdan re bijîn, nexwe divê pêşî kurdî nas bikin. Heger hûn kurdî qebûl bikin, hûn ê gelê kurd jî qebûl bikin. Nenaskirina kurdî nayê qebûlkirin. Divê hem gelê kurd hem jî kurdî tevde bên naskirin û qebûlkirin. Lewma divê kurdî bibe zimanê fermî û di nav qanûna bingehîn de cih bigire."    STATUYA KURDAN   Cizîrî, destnîşan kir ku heger kurdî neyê qebûlkirin dê statuya kurdan jî neyê qebûlkirin û got: "Îro ro li Rojhilata Navîn 50 milyon kurd hene. Kurdî, tenê ne zimanê 10-15 kesan e. Em behsa zimanekî dikin ku bi milyonan kes pê diaxivin û bi berhên wê hene. Kurdî, yek zimanê qedîm ê vê erdnîgariyê ye."    TALÛKE   Cizîrî, diyar kir ku pirsgirêka sereke ya kurdan ziman e û lewma divê xwedî li kurdî bê derketin. Cizîrî got: "Pirsgirêka me ya sereke qebûlkirin û naskirina kurdî ye. Heger gelê kurd xwedî li kurdî dernekeve, dê sibê zimanê me nemîne û a din a rojê jî em ê nemînin. Ji bo em nebin kujerê gelê kurd, divê em xwedî li kurdî derkevin. Ji lew re zimanê me nasnameya me û hebûna me ye. Zimanê me tune bibe dê bi navê kurdîtiyê tiştek nemîne."