‘Bi tecrîdê yekîtiya kurdan tê astengkirin' 2021-07-01 09:08:24 ÊLIH - Hevserokê HDP'a Êlihê Omer Kûlpû, diyar kir ku bi tecrîda Îmraliyê re yekîtiya neteweyî tê astengkirin û ji bo tecrîd bi dawî bibe îşaret bi têkoşîneke hîn mezintir kir.  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 27'ê Mijdara 2020'an ve didomin.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Omer Kûlpû, destnîşan kir ku yek ji armancên tecrîdê jî astengkirina yekîtiya neteweyî ya gelê kurd e.    Kûlpû, bibîr xist ku çalakiyên greva birçîbûnê 7 meh li dû xwe hiştine û ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan bi dehan sal e didome, bi hezaran girtiyan bedena xwe daye ber biçîbûnê. Kûlpû, bilêv kir ku bi tecrîdê tê xwestin vîna civakê bê binpêkirin û ji bo fikirên pêşengiya civakê dikin bên astengkirin ev tecrîda girankirî di dewrê de ye.    Kûlpû got: "Divê tevhiya civakê vê yekê bibîne. Ev tecrîd, li hemberî hemû gelan û baweriyan e. Li hemû qadên jiyanê pêk tê. Divê îqtidar bibîne bi hezaran girtî ji bo rakirina vê tecrîdê li ber xwe didin. Divê hemû sazî û dezgeh jî ji destê wan çi tê bikin."    Kûlpû, destnîşan kir ku bi tecrîdê tê xwestin pêşî li ber fikirên Ocalan bê girtin da ku neguhê gelan. Kûlpû got: "Bi mudaxileya Ocalan dibe ku şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Lê îqtidarên ku naxwazin şer biqede û xwe bi şer xwedî dikin, tecîrê didomînin. Tirkiye tenê ne bi destê Tirkiyeyê tê kirin, bi destê şirîkên wê dewletên Ewropayê û DYA'yê jî tê kirin. Helwesta CPT'yê delîla herî berbiçav e."    YEKÎTIYA NETEWEYÎ Û TECRÎD    Kûlpû, bal kişand ser operasyona Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistana Feder û piştgiriya PDK'ê ya ji bo operasyonê jî û destnîşan kir ku ev hemû girêdayî tecrîd ne. Kûlpû got: "Dixwazin 'birakujiyê' têxin dewrê. Bidawîbûna vî şerî, bi bidawîkirina tecrîdê pêkan e. Lewma demildest divê tecrîd bê rakirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan rakirina tecrîdê bivê nevê ye. Ji bo vê jî têkoşîneke hîn mezintir divê. Gelê kurd, demildest divê ji vê tecrîda ku bandor li jiyana wê kiriye, xelas bibe."