Ji demborîna Komkujiya Sêwazê re du sal man 2021-07-01 10:05:51   ENQERE - Li Sêwazê di Otelê Madimakê de 35 însan hatin şewitandin. Du sal man ku doza Komkujiyê bi demborînê re rûbirû bê hiştin. Parêzera dozê Şenal Sarihan got divê doz bi demborînê re rûbirû nemîne û ew ji AYM’ê jî li benda biryarek erênî ne.    Li Otela Madimakê ya Sêwazê di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de 33 nivîskar, hunermend û rewşenbîr û 2 xebatkarên otelê bi şewitandinê hatin qetilkirin. Di ser komkujiyê re 28 sal derbas bûn. Komek faşîst li ber Hotêlê kom bûbû û dirûşmên “Wê Sêwaz ji bo laîkiyan bibe goristan” berz kirin û Peykerê Hozanên Gel şewitandin. Polîs û leşkeran mudaxileyî koma faşîst nekiribû û hejmara wan gihîştibû nêzî 15 hezar kesî û Hotêlê şewitandin.    Asim Bezîrcî, Nesîmî Çîmen, Muhlîs Akarsû, Metîn Altiok û Hasret Gultekîn jî di nav de 33 rewşenbîr, hunermend û nivîskar şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Nivîskar Azîz Nesîn jî di nav de 51 kes jî bi birînên giran ji komkujiyê difilitin.    ÇÎLLER Û DEMÎREL    Serokwezîra wê demê Tansû Çîller û Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel bi daxuyaniyên ku dan adeta komkujiyê girtin ser xwe. Çiller gotibû “Şikir ji xwedê re ji bilî hotêlê tiştek ji xelkê me nehatiye.” Demîrel jî komkujiyê wek bûyerek münferit pênase kir û gotibû “Baş e ku ku veneguheriye şerê navbera elewî û sûniyan.”    ERDOGAN FAÎLEK KOMKUJIYÊ EFÛ KIR   Doza Sêwazê ku hatibû vekirin, di sala 2013’an de bi demborînê re rûbirû ma û doz hat girtin. Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan ji bo biryarê gotibû “Ji bo miletê me û welatê me li ser xêrê be.” Di sala 2020’an de jî yek ji bersûcên Komkujiya Sêwazê Ahmet Turan Kiliç ê girtî ku cezayê heta hetayê wergirtibû ji aliyê Erdogan ve efûya wî hat derxistin.    PÊVAJOYA DOZÊ    Ji ber Komkujiyê 190 kes hatin binçavkirin, ji van kesan li 124 kesan doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê di 21’ê Cotmeha 1993’yan de li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hat lidarxistin. Dadgehê cezayek hindik da bersûcan û gelek bersûcan jî beraet kir. Piştî ku Dadgeha Bilind biryara dadgeha Enqereyê xera kir li 33 bersûcan cezayê heta hetayê yê girankirî hat birîn.   DOZA BERSÛCÊN FIRAR    Doza derbarê bersûcên firar Mûrat Sonkur, Eren Ceylan û Mûrat Karataş li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê didome. Doza derbarê van bersûcan de wê di sala 2023’yan de ji ber demborînê dê betal bibe. Danişîna dozê di 6’ê cotmeha 2021’an de dê were lidarxistin.    AYM PIŞTÎ 7 SALAN CIVIYA    Parêzerên dozê û malbatên qûrbaniyan di sala 2014’an de bi hêceta “pêvajoya darazê ne bi bandor e” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. AYM piştî serlêdanê 7 sal şûn ve di 29’ê hezîranê de civiya û bêyî serlêdanê binirxîne û dîrok neda û civînê taloq kir.    BI HÊVÎ NE    Ji parêzerên dozê Şenal Sarihan pêvajoya hiqûqî ya dozê nirxand û destnîşan kir ku tiştên qewimîn bi armancek siyasî komkujiyek pêk anîne û ew serlêdana ji bo AYM’ê ku piştî 7 salan li serê civiyaye hêvî dide wan û ew ji bo têkoşîna maf, hiqûq û edaletê bi her tim bi hêvî ne. Sarihan anî ziman ku di sûcên li dijî mirovahiyê de nabe ku demborîn were kirin. Sarihan got divê doz bi demborînê re rûbirû nemîne û ew ji AYM’ê jî li benda biryarek erênî ne.    MA / Berna Kişin