Hatîmogûllari: Partiya me ne partiya tabelayê ye 2021-07-01 10:32:26   AMED - Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, li dijî hewldana girtina partiya xwe banga tekoşîna hevpar li muxalefetê kir û wiha got: “Partiya me ne partiya tabelayê ye.”   Dadgeha Destûra Bilind (AYM), îdianameya ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn derbarê girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de amade kiribû û ji 843 rûpelan pêk tê qebûl kiribû. Di îdianameyê de derbarê 451 kesan de daxwaza qedexekirina siyasetê jî tê kirin. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari li dijî hewldana girtin partiya xwe, banga têkoşîna hevpar li mûxalefetê kir.    ‘EM NE PARTIYA TABELA NE’   Hatîmogûllari, diyar kir ku daxwaza girtina HDP’ê bi temamî biryareke siyasî ye û daxwazên girtina partiyê bi Doza Kobanê hat rojevê. Hatîmogûllari, da zanîn ku her çiqas girtina HDP’ê hevkara desthilatê MHP bîne ziman jî AKP li pişt vê biryarê ye û wiha got: “Dema em 6 salên dawî dinerin niha bi hezaran endam, dildar, parlementer û hevserokên me yên giştî yê berê girtî ne. Qeyûm tayînî hemû şaredariyên me kirin. Ev tiştên îro tên qewimîn weke ku partî were girtinin. Dixwazin siyasetê nedin kirin lê em dibêjin ligel van hemû tiştên diqewimin jî nikarin partiyê bigirin. Ev ne ajîtasyoneke bi temamî rastiyeke. Ji xwe heta niha bi awayekî fîîlî xwestin partiya me bigirin. Sedemê têkoşîna me û hebûna me gelê me yê bi rêxistin e. Partiya me ne partiya tabelayê ye.”   BIBÎRXISTINA NEWROZÊ    Hatîmogûllari, bi lêv kir ku ji sala par heta niha nîqaşên girtina partiya wan didomin û wiha axivî: “Par jî xwestin partiya me bigirin lê gelê me li dijî girtinê ligel pandemiyê jî bi milyonan kesan qadên Newrozê tejî kirin û bûn bersiv. Bila dest ji girtina partiya me berdin ji ber ku hêza wan têre nake.”   ‘EM MUSADE NAKIN’   Hatîmogûllari, da zanîn ku êrîşên ser HDP’ê ji pêvajoya 7’ê Hezîrana 2015’an ve berdewam dikin û wiha berdewam kir: “Em ê berdewam bikin ku operasyonên gladyoya qesrê û qesrê deşîfre bikin. Helwesta muxalefetê ya li dijî van êrîş û komkujiyan gelek girîng e. Îro rewşenbîr, rojnamevan, elewî, çepgir, sosyalîst, kurd hedef in. Ji ber ku komkujiyên wisa herî zêde li ser van kesan têxin meriyetê. Ji êrîşên ku bi qewimin jî gladyo berpirsyar e. Ji ber ku armanc dikin civake provoke bikin û bi pevçûnan bi mehinîn. Ji rawestandina van êrîşan di serî de HDP hemû mûxalefet berpirsyar e.”   DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Hatîmogûllari, diyar kir ku heke HDP were girtin wê cinayeteke hiqûqê ku vegera wê tunebe pêk were û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev hewldan fînala qetilkirina demokrasiyê ye. Divê em vê fînalê bi piştevaniya hemû hêzan nedin kirin. Îro desthilata dixwaze HDP’ê bigire, tenê ji HDP’ê hesap napirse dixwaze bi ser HDP’ê ji herkesên ku bîatî wê neke hesabê bipirse. Ji ber wê yekê sekna li dijî girtina HDP’ê were girtin têkoşîna hevpar e. Heke partiya me were girtin em jî dê vebijêrkên xwe nîqaş bikin.”