Li Girtîgeha Kurkçulerê ‘lêgerîna dev’ li girtiyan tê ferzkirin 2021-07-01 11:45:19   EDENE - Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, di hatin û çûyîna nexweşxaneyê de ‘lêgerîna dev’ li girtiyan tê ferzkirin. Girtiyên ku ferzkirina legerînê red dikin mafê wan ê dermankirinê tê astengkirin.    Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê, bi rêya malbatên xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Girtiyan, diyar kir ku di hatin û çûyîna nexweşxaneyê de ‘lêgerîna dev’ li wan tê ferzkirin û ev agahî dan: “Hevalên me yên dixwazin biçin nexweşxaneyê di ketin û derketina girtîgehê de ‘lêgerîna dev’ a dijî rûmeta mirovahiyê li wan tê ferzkirin. Hevalên me yên ku vê ferzkirinê qebûl nakin, nikarin biçin nexwexaneyê û bi vî awayî mafê wan ê dermankirinê tê astengkirin. Divê ev ferzkirin bi dawî bibe.”