Wê li Amedê êdî xwarin li malên şînê neyê dayîn 2021-07-01 14:12:20   AMED - Li malên şînê yên Amedê ku derbasî pergala dijîtal bûn biryar hat dayîn ku êdî xwarin neyê dayîn.    Odeya Pişesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), Borsaya Bazirganiyê ya Amedê (DTB),  Yekitiya Odeyên Seneetkar û Esnafan a Amedê (DESOB), Herêma Pişesaziya Organîze ya Amedê (OSB) û Platforma Komeleyên Amedê, têkildarî Pergala Şopandina Malên Şinê ku amade kirine û nedayîna xwarinê ya li malên şînê li avahiya DTSO'yê daxuyanî dan çapameniyê.    PERGALA DÎJÎTAL   Endamê Lijneya Rêveberiya DTSO'yê Ramazan Kadrî Kazmaci ku daxuyanî da, diyar kir bi armanca ku li gorî şertên guherîne û pêş ketine bin bi hevkariya rêxistinan malên şînê derbasî pergala dijîtal kirine û wiha got: "Bi vê armancê em pêkanîna mobîl ku li Tirkiyeyê cara yekemîn hatiye amadekirin pêşkêşî xizmeta gelê xwe dikin. Projeya ku bi koordînatoriya DTSO'ê hat birêvebirin ji 3 astan pêk tê. Asta yekemîn nivîsbariya înternetê ye; di vê astê de daneyên (Kesê mirî, dîrok û xizmê mirî) şînan ku ji yekîneya di bin banê DTSO'yê de hatiye avakirin re tên li pergalê tên barkirin. Asta duyemîn nivîsbariya televîzyonê ye; Di vê astê de jî agahiyên daneyên ku li pergalê hatine barkirin ji bo li hemû malên şînan bên şopandin di ekrana televîzyonê de tên nîşandan. Asta seyemîn jî pêkanîna mobîl e; Ev pêkanîn li telefonê tê barkirin û bi rêya vê pêkanînê agahiyên şînan û malên şînan li her dera dinyayê dikare bê hînkirin."   BIRYARA XWARINA LI MALÊN ŞÎNAN   Sekreterê Giştî yê Platforma Komeleyan Nûsret Îla jî diyar kir ku ji bo tenduristiya civakê û hevsengiya aboriyê di mijara nedayîna xwarinê ya li malên şînan de biryar girtine û daxwaz kir ku li malên şînan maske bên bikarainîn, mesafeya fizikî bê parastin û şertên paqijiyê pêk bên.