AYM’ê derbarê Omer Farûk Gergerlîoglû de biryar da 2021-07-01 15:28:11   NAVENDAN NÛÇEYAN - Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Omer Farûk Gergerlîoglû yê parlamenteriya wî hatibû betalkirin, nirxand û wî mafdar dît.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), serlêdana şexsî ya Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû yê parlamenteriya wî hatibû betalkirin nirxand û bi encam kir. AYM’ê Gergerlîgolû mafdar dît û biryara “mafê hilbijartin û xebatên siyasî” û “mafê azadiya şexsî û ewlehiyê” hatiye binpêkirin da.