Saziyên elewiyan serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-07-01 15:43:57   RIHA - Nûnerên saziyên elewiyan ku serdana Malbata Şenyaşar a lêgerîna xwe ya edaletê didomîne kirin, diyar kirin ku li cem têkoşîna edaletê ya malbatê ne.    Çalakiya nobeta “edaletê” ku Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê da destpêkirin 115 roj in didome. Şandeyeke ku ji saziyên elewiyan pêk hat serdana Malbata Şenyaşar kir. Ji ber hewayê germ serdan li pêş Baroya Rihayê ya li rex avahiya edliyeyê pêk hat. Malbatê şandeya ji Parlameneterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, Cîgirê Serokê Giştî yê Weqfa Çand Anatolya ya Haci Bektaş Velî Nûsret Tûnç, rêveberên Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) û Şaxên Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) ên Semsûrê pêk dihat, bi dowîzên ‘Edalet’ li ser nivîsandî pêşwazî kir. Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî bi şandeyê re tevlî serdanê bû.    SEMBOLA HEQÎQETÊ    Bulbul, destnîşan kir ku li ser navê civaka elewiyan ji bo ku fikrên xwe bînin ziman serdana malbatê kirin û wiha got: “Em hêvî dikin ku demildest ev doz bi edaletê encam bigire. Li vir zordariyek heye û ev zordar ji aliyê hikumetê ve tên parastin. Edaleteke wisa alîgir nabe. Malbata Şenyaşar, sembola edalet û heqîqetê ne, kesek naxwaze vê germê li vir bisekine.”   ‘ÊŞA MALBATÊ ÊŞA ME YE’   Cîgirê Serokê Giştî yê Weqfa Çand Anatolya ya Haci Bektaş Velî Nûsret Tûnç jî wiha got: “Ez li ser navê xwe ji bo ku di vî çaxî de li cihekî wisa me şerm dikim. Zilm li ku hebe em elewî li wir in. Êşa malbatê êşa me ye, em êşa wan ji dil hîs dikin.”   ‘EM LI GEL MAZLÛMAN E’   Serokê Şaxa PSAKD’ê yê Semsûrê Mahmût Yapici jî wiha axivî: “Dilê me bi we re dişewite. Em weke elewî her tim bi mazlûman re ne. Em li cem we bûn û em ê her tim li cem we jî bin. Elbet wê rojekê edalet were.” Serokê Şaxa DAD’ê yê Semsûrê Azîz Akdag jî bi lêv kir ku ji Kerbelayê heta niha li dijî zilmê ne û wiha axivî: “Em weke elewî, kurd û mirov li dijî zilmê sekinin em ji niha û şunde jî li dij bisekinin. Heta ku edalet pêk were em ê li cem dayika ku dilê wê dişewite bin.”   ‘WEXTA ME DEST PÊ KIR ZIVISTAN BÛ NIHA JÎ HAVÎN E’   Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku ji serdanên hêzê digirin û wiha got: “Ev piştevanî ji bo me girîng e. Em di encama piştevaniyê li ser piya disekinin û têdikoşin. Dema têkoşîna me ya edaletê dest pê kir zivistan bû lê niha em di havînê de ne. Li Rihayê germeke zêde heye û dayikeke ku du kurên wê û hevjînê wê li pêş çavên wê hatin qetilkirin tenê edaletê dixwaze. Tekoşîna me ya îro di roja 115’emîn de ye. Em tenê nehatine vir ku rûnin. Ji bo ku heq cihê xwe bibîne li vir in. Li nexweşxaneyê komkujî hat kirin, ev zilm berdewam dike. Em ê vê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomîn. Encam çi bibe bila bibe em ê dest ji vê têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Em dixwazin piştevanî bidome.”