Jinan ji bo Peymana Stenbolê berê xwe dan Taksîmê 2021-07-01 19:00:14   STENBOL – Bi hezaran jin gotin "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin" û berê xwe dan Tunela Taksîmê.    Bi bangawaziya Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê Pêk Bîne, bi hezaran jin bi dirûşmeya "Em dev ji Peymana Stenbolê Bernadin" berê xwe dan Taksîmê. Jinan dirûşmeyên "Em bêdeng nabin, em natirsin, em serî natewînin", "Qethiyen tu yê bi tenê nemeşî, "Hê ev destpêk e, têkoşîn", "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin", "Jin jiyan azadî" berz kirin.    Jinan bi pîspîskan û çepikan biryara fesixkirina peymanê şermezar kirin.    Jin, di dest wan de wêneyên Denîz Poyrazê û jinên bi destê zilman hatibûn kuştin bi reng, deng û dirûşmeyên xwe tên qadê.