Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Efrîn: Pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye 2021-07-02 09:30:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Dîplomasiyê ya RJAK'ê Necbîr Efrîn têkîldarî êrişên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistana Federe axivî û diyar kir ku ev operasyon bi piştgiriya NATO'yê pêk tê. Efrîn destnîşan kir ku li dijî van êrişan pêwîstî bi Kongreya Jinan a Neteweyî heye.  Operasyona derveyî ya sînor a ku Tirkiyeyê di 23'ê Nîsanê de li deverên Zapê, Avaşîn û Metînayê yên bi ser Herêma Kurdistana Federe ve da destpêkirin didome.   Endama Dîplomasiyê ya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Necbîr Efrîn têkîldarî geşedanên dawî yên li Herêma Kurdistana Federe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Efrîn diyar kir ku li dijî van êrîşan ew li herêmê xebatên cûr bi cûr didin meşandin û li dijî van êrişan pêwîstî bi Kongreyeke Jinan a Neteweyî heye.    'EV ŞERÊ BI HÊZKIRINA PERGALA KAPÎTALÎZMÊ YE'    Efrîn bal kişand ser armanca êrişên li dijî Herêma Kurdistanê pêk tên û wiha got: "Pergala ku têk diçe bi êrişên li ser xaka Kurdistanê dixwaze xwe bi hêz bike. Operasyonên ku dewleta tirk di 23'ê Nîsanê de li dijî Metîna, Zap û Avaşînê dane destpêkirin, operasyoneke berfireh û giştiye. Helbet di vê operasyonê de armanc ne tenê tunekirina PKK'ê ye, armanca wan a esasî bi giştî gelê kurd e. Ji bo ku gelê Kurd bêdeng bikin û bi vî awayî bikin di bin desthilatdariya xwe de pêdivî bi vê operasyonê dîtin. Herkes dizane ku ev operasyon ne tenê ji hêla dewleta tirk ve hatiye destpêkirin, ev operasyon bi piştgiriya NATO'yê pêk hat. Çimkî dewleta tirk beşeke ji NATO'yê ye. Ji ber wê jî operasyoneke bi giştî li dijî gelê Kurd tê rêvebirin. Bi tunekirina hêzên demokrasiyê dixwazin sedsala 21'emîn bikin sedsala kapîtalîzmê û sermedariya xwe li ser lingan bisekînin. Ji ber ku dizanin ku pergala kapîtalîzm hêdî hêdî ber bi hilweşandinê ve diçe. Ev şer şerê bi hêzkirina kapîtalîzmê ye. Ew sedsala ku wan weke sedsala kapîtalîzmê bi nav kirî hêdî hêdî ber bi dawîbûnê ve diçe. Ji ber wê jî ji bo ku di pêşerojê de bikaribin xwe bi rêve bibin pêwistî bi şereke wiha dibînin."   'LI HERÊMÊ QETLÎAMÊ DIKIN'    Efrîn di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku hêzên dagirker bi êrişkirinê dawiya xwe tînin û wiha domand "Her kes baş dizane ku kesê ku bikaribe li hemberî vê pergala kapîtalîst bisekine gelê Kurd e. Ji ber wê jî êrişeke pir dijwar û êrîşeke ku hemû teknîkên heyî pêk tînin didin meşandin. Dixwazin careke din enfalên ku li Kurdistanê  dane çêkirin li her çar perçeyên Kurdistanê pêk bînin. Ji bo ku çavê gelê Kurd bitirsînin û di vê sedsala pêşiya me de, daxwaz dikin ku tiştê ku gelê Kurd dixwaze xwe bigihîjînê û wê daxwaziya wan bidin sekinandin û wê armanca wan ji holê rabikin. Li dijî Başûrê Kurdistanê ne tenê êrişeke bi teknîkî, êrişeke çandî, aborî, siyasî û erdnîgarî heye. Li herêmê tenê êrişî li PKK'ê nakin, li tevî wê li herêmê qetlîameke pêk tînin. Bi giştî li ser xwezaya Kurdistanê êrişeke mezin heye. Li gel qirkirina xwezayê li ser ajalan jî qetlîamekî pêk tînin."   'EV OPERASYONA NATO'YÊ YE'   Efrîn da zanîn ku Tirkiye ji hin hêzan piştgiriyê distînin û ji ber wê ji xwe bawer êriş dike û wiha got: "Armanca vê operasyonê ew e ku kapîtalîzmê li ser piyan bigire û vê pergalê bi hêz bike. A ditîr jî dewleta Tirkiyeyê xewn û xeyalên xwe yên Osmanî bi rêka vê êrîşê dixwaze pêk bîne. Em hemû jî dizanin ku cihên ku dewleta tirk şer dike, di berê de di bin desthilatdariya Osmaniyan de bû. Ji ber wê jî Tirkiye di esasê xwe de van qadan weke qadên xwe hesab dikin. Wan xwe jî gelek caran gotiye ku wan qad dagir nekirine, ji xwe yê me ye. Ev operasyone operasyoneke NATO'yê ye. Her wiha ji derveyî NATO'yê jî gelek welatên desthilatdar jî hene ku piştgiriyê didin vê dagirkeriyê. Bi piştgiriya van şereke giran li herêmê tê meşandin. Li herêmê hemû teknîka xwe didin xebitandin. Çimkî dewleta tirk heger ev teknîk nebe, tu caran bi tena serê xwe nikare li ser xaka Kurdistanê şerekî bide meşandin. Neçare ku hevkareke wê hebe. Ji ber wê jî li tev hevkarên wan di heman demê de  Kurdên ku piştgiriyê didin vê dagirkeriyê hene. Bi piştgiriya wan re Tirkiye êrişên xwe zêde dike. Heger ne ji wan bûya, ev şer bi vî şêwazî wê negihîja armanca xwe ya û wê nekariba ku yek qadeke Kurdistanê dagir bikira. Lê mixabin ev hevkariya heyî zirarê dide."    'PÊWÎSTÎ BI KONGREYA JINAN A NETEWEYÎ HEYE'    Efrîn bal kişand ser xebatên jinan ên ku li herêmê tên meşandin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe "Em weke rêxistineke jin li ser xaka Başûrê Kurdistanê têkoşîna xwe didin meşandin. Weke RJAK'ê li beramberî vî şerê heyî em jî hewl didin ku bi xebat û çalakiyên xwe dengê xwe li hemû cîhanê re bidin bihîstîn. Ev têkoşîna me jî bi rêbazên cuda cuda tê meşandin. Bi xebat û çalakiyên cuda li hemberî vî şerî disekînin. Gelek welat û gelek kes rastiya vî şerî nabîne. Em jî weke rêxistina jin dixwazin bidin fêmkirin. Pêwîst dike ku em rûyê vî şerî yê rast bidin xuya kirin. Ji bo wê jî gelek çalakî û xebatên me didomin. Çimkî ev ne tenê di milê leşkerî de êrîş dikin, di hemû milan de êrîş dikin. Ji tiştê biçûk bigirin û heta tiştê mezin dixwazin bandoreke mezin li ser civaka başûr bikin. Ji ber wê jî di hemû aliyan de  hewledanên me hene ku, em bikaribin civaka başûr ji vî şerî xelas bikin û nehêlin ku bandor bibe. Bêgûman pêwîstî bi Kongreyeke Jinan a Neteweyî heye. Ji bo kongreyeke bi vî rengî xebat tên meşandin. Taybet ji bo ku em jin bigihîjine hev û bikaribin yêkitiyeke jinan bidin çêkirin, di wexteke gelek nêz de pêwîstî bi vê kongreyê heye. Bangawaziya me ji hemû Kurdan heye ku em ji bo avakirinê bibin yek. Ji bo ku em bikaribin li her çar perçeyan pergala xweser ava bikin pêwîstiya me bi yêkitiyê heye. Heger ev desthilatdar ji destê me biçe heta sedsaleke din jî em ê wisa bimînin."   'ÊRIŞA LI DIJÎ JINAN Û LI DIJÎ KURDISTANÊ HEMAN ÊRIŞ IN'    Efrîn xwest ku li dijî êrişan herî zêde jin dengê xwe bilind bikin û vê bang kir: "Di wexteke wiha de yêkitiya jinan pêwîst dike. Çimkî ev êrîşa ku tê kirin zirara herî mezin dide jinan. Ev şer di hêla fîzîkî, siyasî û civakî zirarê dide jinan. Çimkî ew ên ku êrişî li ser Kurdistanê dikin, pergaleke desthilatdare. Ev pergal ku li dijî jinê û têkoşîna jinê ye. Ji ber wê jî yên ku ji vê desthilatdariyê zirar dibînin jinin. Ew pergala ku êrişî jinan dikin û niha êrişî Kurdistanê dike heman pergale. Ji ber wê jî jin hem di milê rihî, hem fizîkî û hem jî milê siyasî de gelekî bandor dibe. Ji ber wê jî pêwîstiya me bi Yêkitiyeke Netewî heye. Divê  ew milê ku jin jê zirar dibînin û jê tesîr dibe em nîqaş bikin û bi hêza jinê yêkitiyê ava bikin."    MA / Zeynep Durgut