Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Di nava komkujiyê de dewlet heye 2021-07-02 10:43:38 SÊWAZ - Di salvegera 28’emîn a Komkujiya Sêwazê de bi pêşengiya PSAKD’ê ber bi Hotêla Madimakê ve meş hat lidarxistin û bi sedan kes xwestin faîl werin darizandin û wiha hat gotin: “Dewlet di nava komkujiyê de cih girtiye.”    Îro salvegera 28’emîn a komkujiya li Hotêla Madimakê ya Sêwazê ye. Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de komek nijadperest agir bi hotêlê xistibû û 33 hunermend, nivîskar û rewşenbîr û 2 xebatkarên hotêlê bi şewitandinê hatibûn qetilkirin. Bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûtlan Abdalê (PSAKD) bi wesîleya salvegera komkujiyê meş û daxuyaniya bîranînê li dar xist.    Ji duh ve heta vê sibê gelek kesayet û welatî hatin Sêwazê û vê sibehê li ber Şaxa PSAKD’ê ya Sêwazê civiyan. Bi sedan kes ji bo komkujiyê şermezar bikin û qûrbaniyan bi bîr bînin û kujer werin darizandin û bi daxwaza hotêl bibe “Muzeya Şermê” ber bi Hotêla Madimakê ve meş li dar xistin.   Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên elewiyan beşdarî meş û bîranînê bûn.    Girseyê pankartên “Ji komkujiyan re na, ji Madimakê re edalet” hildan û dirûşm berz kirin. Girse li ber Hotêlê dawî li meşê anî û wêneyên qurbaniyan û qerenfîlan danîn ber hotêlê.    ‘EM FAÎLAN NAS DIKIN’    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li ber Hotêlê axivî û diyar kir ku ji bo Komkujiya Sêwazê hêj edalet pêk nehatiye û got: “Zîhniyeta ku komkujiyê pêk anî îro jî li ser kar e. Em faîlan baş nas dikin. Em bi zîhniyetek kujer re rûbirû ne. Zîhniyet hêj bi dewleta kûr re li ser kar e. Lê heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    KOMKUJIYÊN NÛ    Serokê Federasyona Komeleyên Elewî Bektaşî Huseyîn Guzelgul jî da zanîn ku ew dibin dengê qurbaniyên Komkujiya Sêwazê û got: “Em bi bawerî girêdayî vê dozê ne. Me serî li ber zilmê netewand û ev jî mîrasa me ye. 28 sal in têkoşîna me didome û her roj komkujiyên nû li yên kevn tên zêdekirin. Me sond xwariye ku em ê ji bo Sêwaza xwîn digirî edaletê bînin. Me Sêwazê ji bîr nekir û em ê nedin ji bîrkirin.”    ‘DEWLET JÎ DI NAV DE YE’    Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan jî destnîşan kir ku ji ber dewlet di nava komkujiyê de heye edalet pêk nayê û got: “Dewlet bi xwe di nava Komkujiya Sêwazê de heye.”    Malbatên qurbaniyan jî xwestin faîl werin dîtin û demildest edalet pêk were.   Piştî axaftinan semha hat gerandin û bernameya bîranînê bi dawî bû.