Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin 2021-07-02 15:06:03   MÊRSÎN - Rêveberê Rêxistina HDP’ê yê Mêrsînê Hasan Cîde, ji ber cezayê wî hefsê yê teqezkirî hat binçavkirin.    Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrsînê Hasan Cîde, li noxteya kontrolê ya polîsan a navçeya Akdenîzê hat binçavkirin. Hat hînbûn ku Cîde ji ber cezayê xwe yê hefsê yê teqezkirî ku di sala 2011’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê re hatibû birîn hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku Cîde yê piştî kontrola tenduristiyê birin Edliyeya Mêrsînê, piştî biryara girtinê jê re were xwendin dê bibin girtîgehê.