Qurbaniyên Madimakê nehatin jibîrkirin: Em ê ronahiya Sêwasê venemirînin 2021-07-02 15:53:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Qurbaniyên Otela Madimakê bi daxuyaniyan hatin bîranîn.    Di ser Komkujiya Otela Madimakê ya li Sêwasê ku têde 33 ronakbir û nivîskar û 2 xebatkarên otelê jiyana xwe ji dest dan re 28 sal derbas bûn. Bi munasebata salvegera komkujiyê li gelek navendan daxuyanî hatin dayîn û qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn. Di daxuniyan de hat destnîşankirin ku wê hînê mirinan nebin û komkujiyê ji bîr nekin.   AMED    Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê, li avahiya şaxa Egîtîm Sen'ê ya hejmara 2 a Amedê derbarê Komkujiya Sêwasê de daxuyanî da. Li ser navê platformê Hevserokê Şaxa Sendîkaya Veguhastinê ya Yekbûyî (BTS) Suleyman Bozkûrt axivî û diyar kir ku piştî Sêwasê nûnerên aştiyê û xwişk û biratiyê Hrant Dînk û Tahîr Elçî hatine qetilkirin û wiha got: "Em ê bi avakirina welatê ked, xiwşk û biratî û aştiyê hesabê komkujiyan bipirsin."   DERSIM   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dersimê, der barê Komkujiya Sêwasê de li Kuçeya Huner daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Di salvegera 28'emîn de wê ronahiya Sêwasê neyê vemirandin, ji bo Sêwasê edalet, ji bo herkesê edalet" hat daleqandin. Li ser navê hêzan Ekber Kaya daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku komkujî ji aliyê serdestan ve hatiye organîzekirin û ji aliyê komeke kujer ve hî pêk hatiye û ev tişt got: "Hin kujer qet ji Sêwasê derneketin û jiyana xwe li wir domandin. Em ê rêya wan terk nekin û ronahiya Sêwasê venemirînin."   DAD   Navenda Giştî ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) bi daxuyaniyeke nivîskî qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û destnîşan kir ku hêzên navneteweyî komkujiyê paşguh kirine.   ÎHD   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) jî bi sernavê "Komkujiya Sêwasê; Mirovatî Hat Şewitandin" daxuyaniyeke nivîskî weşand û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn. ÎHD'ê, di daxuyaniyê de ragihand ku tunehesibandina azadiya ol, nêrîn, ramanê û polîtîkayên zextê û tekperestiyê rê li ber komkujiyê vekirine.    ZONGÛLDAK    Platforma Demokrasiyê ya Zongûldakê, li ber Bîrdariya Medenvana a li bajar daxuyaniyek da çapameniyê û qurbaniyên komujiyê bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekiin" hat vekirin û wêneyên qurbaniyan hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de Endamê Lîjneya Rêveberiya Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) Levent Yagcıoglû axivî û diyar kir dema ku mirov bi saxî hatine şewitandin mirovên li bajar şewitandina mirovan temaşe kirine.