Erdem hat berdan 2021-07-02 17:51:23 WAN - Belavkarê rojnameyan ê berê Nadîr Erdem ku li Wanê hatibû binçavkirin, hat berdan.    Belavkarê rojnameyan ê berê Nadîr Erdem ku di 30'yê Hezîranê de li Wanê di avêtina ser malê de hatibû binçavkirin, piştî kar û barên li Midûriyeta Polîsan a Wanê, îro danê sibehê sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistin"ê Erdem sewqî dadgeriyê kir û xwest bê girtin. Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar, bi şertê kontrola edlî Erdem berda.