Parastina polîsê ku destdirêjî kir: Zarokeke xeyalperest e 2021-07-03 09:02:48   MÊRDÎN - Polîs Yakûp Y. ku li Dêrikê destdirêjî zarokeke 12 salî kiribû, di parastina xwe ya îdianameyê de zarokê tawanbar kir û ji bo wê got "xeyalperest" e.    Polîsê trafîkê Yakûp Y. li navçeya Dêrik a Mêrdînê dest dirêjî zarokeke 12 salî kiribû. Bûyer, di 12'ê Sibatê de li Mala Mamosteyan çêbû. Gava zarok xwarinê jê re biriye, polîs Yakûp Y. jî dest dirêjî wê kiriye. Zarok, bi qasî saet û nîvê de di nav lepê Yakûp Y. de maye û paşê xwe ji nav lepên wî xelas kiriye û reviyaye.    Polîs Yakûp Y., gef li zarok xwaribûn ku tiştên hatine serê wê ji kesî re nebêje. Piştî bûyerê bi rojekê zarok çû Midûriyeta Polîsan a Dêrikê û tiştên hatibûn serê wê gotibûn. Piştî vê polîs Yakûp Y. hatibû binçavkirin.    ÎDIANAME HAT AMADEKIRIN   Yakûp Y., paşê hatibû girtin û wî şandibûn Girtîgeha Sêwreg a Jimare 1 a Tîpa T'yê.    Îdianameya derbarê Yakûp Y. de hat amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Mêrdînê îdianame qebûl kir. Dozgeriyê xwest Yakûp Y. bi sûcên "destdirêjiyê" û "binpêkirina azadiyê" bê cezakirin.    RAPORA DERÛNAS    Îfadeya zarokê jî şi Navenda Şopandinê ya Zarokan (ÇÎM) li hizûra derûnas hat girtin.    Derûnas di rapora xwe de diyar kiiye ku pirsên ji zarokê hatine kirin baş bersivandine û tiştên di dema hevdîtinê de û îfadeyê de gotine hemû li hev dertê û tiştên wê qenaeta ku destdirêjî hatiye kirin piştrast dikin.   POLÎS ZAROKÊ TAWANBAR KIR    Polîs Yakûp Y. jî di îfadeya xwe de îdia kiriye ku ji ber ku zarokê cixare kişandiye, wî ew hişyar kiriye û dibe ku ji ber vê ji malbata xwe re gotiye. Yakûp Y. di parastina xwe de zarokê tawanbar kiriye û jê re gotiye "zarokeke xeyalperest e."    Dozgeriyê di dawiya îdianameyê xwe de xwestiye polîs Yakûp Y. bê ceakirin.