SMO’yê sê suryan radestî Tirkiyê kir û cezayê heta hetayê li wan hat birîn 2021-07-03 10:51:35   RIHA - SMO’yê ji gundek suryanan ku bi ser Serêkaniyê ve ye ji ber 3 kesan xeracê nedaye wan radestî Tirkiyê kirin. Her sê welatiyên suryan bi îşkenceyek giran re rûbirû dimînin. Niha jî bi îdiaya “yekîtiya Tirkiyê xera kirine” cezayê heta hetayê li wan hat birîn.    Tirkiye bi desteka Artêşa Millî ya Sûriyê (SMO) dşi 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kirin û xistin bin kontrolê. Di serdema wî şerî de endamên SMO’yê gelek welatî ji gundan revandibûn û radestî Tirkiyê kiribûn. Ji gundek suryanan ku bi ser bajarê Serêkaniyê ve Cemîl Gerger, Emed Cesîm Suud û Muhsîn Xerbî Ehle ku ji parastina gundên xwe wezîfedar bûn hatin desteserkirin û di 13’ê mijdara 2019’an de radestî Tirkiyê tên kirin. Her sê welatiyên suryan di 18’ê mijdara 2019’an de ji aliyê Dadgeha Rihayê ve bi îdiaya “Yekîtiya dewletê û tevahiya welat xera kirine”, “endamên rêxistinê ne” û “kuştina bi qestî” da girtin. Dozgerê dozê bi armanca ku her sê şervanên suryan werin cezakirin îdianame amade kir. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê îdianame qebûl kir.    DOZGER XWEST Û DADGEHÊ CEZA DA    Di danişîna dawî ya dozê de li her şervanek suryan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat birîn. Serdozgerê Komarê yê Rihayê îtîrazî biryara dadgehê kir û dozê veguhest Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê. Dozger ji Îstînafê xwest ku her sê suryan jî bi cezayê heta hetayê werin cezakirin. Îstînafê doz xera kir û ji nû ve vekir. Her sê şervan li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê di 22’yê hezîrana 2021’an de hatin darizandin. Dadgehê bi îdiaya “yekîtî û tevahiya welat û dewletê xera kirine” li her şervanek cezayê heta hatayê birî.    5 HEZAR XERAC JI WAN HATIYE XWESTIN    Parêzerê her sê welatiyên suryan Mustafa Vefa ku Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê ye diyar kir ku miwekîlên wî dema gundên xwe diparastin ji aliyê SMO’yê ve hatine desteserkirin û xeracek bi qasî 5 hezar dolar ji wan xwestine û ji ber vê nedane radestî Tirkiyê hatine kirin. Vefa anî ziman ku wextê miwekîlên wî îfadeyên xwe dane polîs wergêra wan kiriye û ev ne li gorî qanûnên navnetewî pêk hatiye û her çi hatiye kirin jî lê dadgehê ceza li wan biriye. Vefa destnîşan kir ku miwekîlên wî ne ji aliyê leşkerên tirk ve hatine desteserkirin û li dijî Tirkiyê tu sucek wan jî çênebûye. Vefa got cezakirina van însanan bi heta hetayê ne hiqûqî û wîjdanî ye. Vefa diyar kir ku cihê vê darizandin û cezakirinê di hiqûqa navnetewî de nîne û ew ê îtîrazî biryarê bikin.    103 KES HATINE RADESTKIRIN    Li aliyê din li gorÎ daneyên Şaxa ÎHD’ê Rihayê 103 kesên ku ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî radestî Tirkiyê hatine kirin 103 kes in.    MA / Bariş Polat