Malbata Şenyaşar: Hûn bi niximandina qetliamê dibin şirîkê sûc 2021-07-03 11:31:09   RIHA  - Malbata Şenyaşar ku lêgerîna xwe ya “edaletê” didomîne got: “Hûn bi niximandina qetliamê dibin şirîkê sûc.”    Malbata Şenyaşar (Emîne û Ferît Şenyaşar) bi daxwaza “edaletê” 117 roj in nobeta “edaletê” li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Malbat ji ber ku dawiya hefteyê ye û mesaî li edliyê nîne, çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê berdewam kir. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyê Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li Meclîsê ku kulm avêt Parlamenterê CHP’ê Enîn Ozkoç belav kir û wiha got: “Helbet wê rojek hilbijêr biçin, bila wê roja ku wê biçin nebêjin em di bin fermanê de bûn. Hûn hemû ser qetliamê diniximînin û dibin şirîkê sûc. Dozger 23 faîl tespît kiriye. Tişta pêwîst çibe demildest bikin.”