Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin 2021-07-03 12:31:38   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku girtiyê nexweş Menduh Kiliç ji ber li wî bajarê girtîgeha wî lê ye, nexweşxane nîne nayê dermankirin û xwest tavilê were berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 356’emîn de li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Înîsiyatîfê parêzer Omer Farûk Yazmaci daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Menduh Kiliç ê li Girtîgeha Afyonê ya Tîpa T dimîne. Yazmaci diyar kir ku Menduh Kiliç 30 sal in nexweş e û nexweşînên giran pê re hene û ji van nexweşînan astim û KOAH jî pê re heye û her roja ku diçe rewşa wî girantir dibe.    Yazmaci bal kişand ser rewşa giran a girtî û got ew nikare tedawî bibe. Yazmaci destnîşan kir ku raporên desteya tenduristiyê tevî ku dibêjin ji bo tedawiyê tenê li nexweşxaneyên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê mimkin e jî lê bêyî ku haya wî jê hebe di adara 2020’an de wî sewqî Girtîgeha Afyonê ya Tîpa T dikin û nayê dermankirin. Yazmaci got Menduh Kiliç şandine bajarek ku tedawî lê nayê kirin û xwest astengiyên li pêş tedawiya wî were rakirin û li tavilê were berdan.