Serokê DÎAY-DER’ê Baran jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin 2021-07-03 13:33:19   STENBOL - Li stenbolê di serdegirtinên malan ên hemwext de Serokê DÎAY-DER’ê Ekrem Baran û endamê DÎK’ê Mehmet Nas jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsînekê de ferman da polîsan. Polîsan seê sibê lig elek navçeyên Stenbolê bi awayek hemwext bi ser gelek malan de girt. Li malan lêgerîn pêk hat. Piştî lêgerîna li malan gelek kes hatin binçavkirin.    Polîsan Serokê Komeleya Alimên Olî (DÎAY-DER) Ekrem Baran û Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mehmet Nas jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku mele Ekrem Baran birine Qereqola Cendirmeyan a Maslaka Stenbolê.