‘Mînaka tecrîdek wiha li tu devera cîhanê nîne’ 2021-07-03 13:57:14   MÊRSÎN - Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Serbay Koklu diyar kir ku parêzeran ji tîrmeha 2011’an vir ve tenê 5 caran li gel Ocalan hevdîtin pêk anîne û got: “Mînaka vê tecrîdê li tu deverê dinyayê nîne.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê li avahiya xwe panela bi mijara “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li dar xist. Endamê Meclîsa HDP’ê Erhan Basût moderatoriya panelê kir û Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu ku di heman demê de parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e axivêr bûn. Gelek kes beşdarî panelê bûn.    ‘TECRÎDEK WIHA LI DEVERÊ CÎHANÊ NÎNE’    Di panelê de ewilî parêzer Serbay Koklu axivî û destnîşan kir ku ew ji 25’ê adara îsaln ve agahî ji Ocalan wernagirin û got: “Derbarê tenduristiya birêz Ocalan de tu agahiyên me nîn in. Fikarên me zêde dibin. Ji tîrmeha 2011’an ve heta niha tenê hevalên me parêzer 5 caran di sala 2019’an de li gel miwekîlê me birêz Ocalan hevdîtin kirin. Birêz Ocalan 22 sal in li Îmraliyê li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Di warê hiqûqî de tu ewlehiya Ocalan nîne. Cezayên dîsîplînê li birêz Ocalan birîne û nahêlin em miwekîlên xwe yên li Îmraliyê bibînin. Em nizanin ka ew name û daxwaznameyê em dişînin digihîjin an na. Haya me jê nîne. Mînaka vê tecrîdê li tu deverê dinyayê nîne. Pergala li Îmraliyê tê sepandin tenê ne ji bo kesekî ye. Di şexsê birêz Ocalan de tecrîd li li gelê kurd tê sepandin. Ev mudaxileya li Îmraliyê li gelê kurd û Tirkiyê tê kirin. Ji ber vê yekê Pergala Îmraliyê pergala Tirkiyê ye. Ne mimkin e Tirkiyê bi vî awayî demokratîk bibe.”   ‘DARAZ EWILÎ LI ÎMRALIYÊ TÊK ÇÛ’    Parlamenter Fatma Kûrtûlan jî destnîşan kir ku tecrîda niha tê birêvebirin berdewama Fermana İslahata Şerqê ye û got: “Daraz ewilî li Îmraliyê hat têkbirin. Sepanên li Girava Îmraliyê kêfî ne. Heta tecrîd ranebe demorkasî wê neyê Tirkiyê. Nahêlin ku dengê Ocalan bigihîje civakê. Tecrîd israra polîtîkayên şer e. Dixwazin kurdan û gelan hemû bênefes bihêlin. Ji bilî rakirina tecrîdê tu şansê me nîne. Divê em hemû ji bo rakirina tecrîdê û daxwazên girtiyên azadiyê seferber bibin.”  Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.