Cotkarên titûnê: Ji bilî berxwedanê çareyek me ya din nîne 2021-07-03 14:46:13   SEMSÛR - Cotkarên titûnê yên li dijî anîna şertê “belgeya karbidestî” çalakiyan li dar dixin diyar kirin ku debara bi hezaran gundiyan tenê titûn û ji bo ev ji destê wan neyê girtin ji bilî berxwedanê çareyek wan din nîne.    Wezareta Çandinî û Daristanan şerta “belgeya karbidestî” anî pêşiya cotkarên titûnê. Ji 1’ê tîrmehê ve firoşkarên titûnê wê nikaribin titûnê bifiroşin û li wan hatiye qedexekirin. Bi hezaran cotkarên titûnê li Semsûrê û Meletiyê li ber xwe didin û 3 roj in çalakiyan li dar dixin.    Cotkar û firoşkar rêyan li trafîkê girtin û çalakiyên xwe didomînin. Duh yek ji çalakvanan li ser medya civakî dîmene ku têde dihat gotin “ji kapîtalîstên tirçikçî re na” belav kir û li ser medya civakî bi hezaran car hat belavkirin û temaşekirin.    Cotkarên titûnê ji ajansa me re axivîn û fikarên xwe anîn ziman.    ‘ME MEHKÛMÎ BIRÇÎBÛÊ DIKIN’    Abûzer Keklîk (50) ê ji gundê Kulikreş bi ser navenda Semsûrê ve ku ji biçûkatiya xwe ve cotkariya titûnê dike destnîşan kir ku debara bi hezaran însan li herêma wan li ser titûnê ye û got: “Heke belgeyê firotinê nebin, firotina titûnê li me qedexe dikin. Her tiştê me li ser pişta titûnê ye. Ji bilî titûnê tu kar nîne ku gundiyên me bikin. Ji xwe mesrefên titûnê li ser me biha tên. Lê qe nebe em dîsa debara xwe bi titûnê dikin. Heke titûnê qedexe bikin, wê xelkê herêma ji bo hemaliyê bike wê koçî bajarên din bike. Bi vê yasayê me mehkûmî birçîbûnê dikin. Em ê li dijî qedexekirina titûnê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedanê tu tiştek ji destê me naye. Nanê me ji destê me digirin. Bi salan e em li ser vê axê titûnê datînin.”    ‘ARMANC EW E KU BIBIN ŞIRÎKÊ GUNDIYAN’    Abûzer Buyukkaya (45) jî ku bi salan e li heman gundî cotkariya titûnê dike anî ziman ku debara wan tenê li ser titûnê ye û heke ew karê titûnê jî nekin wê birçî bimînin. Buyukkaya destnîşan kir ku armanca dewletê ew e ku xwe bike şirîkê ked û karê cotkarên titûnê.    MA / Bariş Polat