27 sal in faîlên Mihyaz nehatine dîtin 2021-07-03 15:01:26     ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê xwest biryara demboriya li ser dosyeya Îkram Mihyaz ê 27 sal berê hat qetilkirin were rakirin.    Komîsyona Windayan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê li aqûbeta Serokê Şaxa Tum Bel – Senê yê Îzmîrê Îkram Mihyaz ê di 5’ê tîmreha 1994’an hat windakirin û kuştin pirsî. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Alî Aydin behsta têkoşîna Îkram Mihyaz kir û xwest biryara demboriya li ser dosyeya Îkram Mihyaz ê 27 sal berê hat qetilkirin were rakirin. Aydin xwest winda werin dîtin, kujer tev werin darizandin û polîtîkaya bêceza hiştinê wererakirin.