45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-07-03 22:13:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 4 hezar û 537 kes jî pê ketin.   Wezareta Tenduristiyê, daneyên rojane yên şewba Covîd-19'ê parve kirin. Li gor daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 45 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 4 hezar û 537 kesên din jî pê ketine.   Tevî daneyên dawî hejmara kesên heya niha mirine bû 49 hezar û 874 û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon û 440 hezar û 368.