Dadgehê Parkomata qeyûm betal kir 2021-07-04 09:02:26   WAN - Dadgeha Îdareyê ya Erziromê, pergala Parkomatê ya qeyûmê Wanê betal kir.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di sala 2016'an de Pergala Otoparkê ya Li Ser Rê (Parkomat) dabû destpêkirin û ev pergal di 5 salan de li kolan û kuçeyan jî hat pêkanîn. Ewilî tenê li hin kuçe û kolanan hatibû destpêkirin, lê paşê bi îhaleyê li hemû deverên navenda bajêr hat pêkanîn. Cîgirê Serokê Baroya Wanê Parêzer Hamza Çîftçî, ji ber ku ji ber Parkomatê ceza lê hatibû birîn, ji bo ev pergal bê betalkirin şaredariyê dabû ber dadgehê.    Çîftçî, serî li Dadgeha Îdareyê ya Wanê dabû û Dadgeha Îdareyê ya 2'yan a Wanê bi hinceta "bikêrî cemaweriyê tê" serlêdanê red kiribû.    HAT BETALKIRIN    Çîftçî, vê carê serî li Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Erziromê dabû. Dadgeha Îdare ya Herêmê jî ji bo Parkomatê diyar kir ku li dijî hiqûqê ye û biryar da ku ev pergal bê betalkirin.    Di ser biryara dadgehê re 3 meh derbas bûne, lê şîrketa ku îhaleya pergala Parkomatê girtiye hîn jî vê pergalê didomîne.   Çîftçî got: "Şaredarî divê ji niha û pê ve biryarekê bide. Lê belê li gor me divê ev pergal ji binî de bê rakirin. Divê ji bo rêya ku bi bacên welatiyan hatiye çêkirin, heq neyê stendin."    MA / Dîndar Karataş