5 roj in ava wan hatiye qutkirin: Zilm e 2021-07-04 09:09:53   ŞIRNEX- Qeyûmê Hezexê 5 roj in ava gundê Hespistê biriye. Gundiyan destnîşan kir ku ya hatiye kirin zilm e û xwestin tavilê ava wan bê berdan.    Gundê Hespistê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê, ji 29'ê Hezîranê ve bê av e. Qeyûmê Hezexê bi hiceta ku ava navçeyê kêm bûye ava vexwarinê ya gundiyan birî. Gundê ku 155 mal lê hene 5 roj in bê av in û ji ber vê nikarin heywanên xwe jî av bidin.    Şêniya gund Halîme Tekîn, anî ziman ku ji ber ku av tune ye ew nikarin karekî bikin. Tekîn, diyar kir ku qutkirina ava vexwarinê nayê qebûlkirin û got: "Îro 5 roj in ava me hatiye birîn. Ji ber avê em zehmetiyê dikişînin. Sewalê me, darên me bê av mane. Ava me tune ye. Ma mirov ava gundekî qut dike? Destpêkê ava me ya dehlî birîn û pişt re jî hatin ava me ya vexwarinê qut kirin. Hin mal, bîrên wan hene. Lê yên weke me yê ku bîrên wan tune ne, wê çawa îdare bikin? Dewlet hatiye ava me biriye û gund bê av maye. Em her mehê pereyê avê jî radizînin. Em bê av in. Sewalên min û darên min bê av in. Bila ava me berdin."   'MIROV DIKARE BIRÇÎ BIMÎNE, LÊ NIKARE TÎ BIMÎNE'    Sacîda Bûlût jî diyar kir ku di vê germê de ava wan hatiye qutkirin û vê wekî "dijminahiyê" pênase kir. Bûlût got: "Ji ber tunebûna avê heywanên me ziwa bûn. Makineyên me yên cilan naxebitin. Em nikarin pêdiviyên xwe însanî jî pêk bînin. Em ê bê av çawa îdare bikin? Her malek, 100-200 pezê wan hene. Heger av nebe, ev  pez wê tî çi bike? Ev ne wijdanî ye. Mirov dikare birçî bimîne, lê mirov nikare tî bimîne. Dilopek av nayê malên me."    HEYWANÊN WAN NEXWEŞ DIKEVIN   Sarya Saka jî bertek nîşan da û xwest tavilê ava wan bê berdan û got: "Ava me çawa girtine bila wisa jî berdin. Em bê av îdare nakin. Xwedê heqê me li erdê nehêle. Av nîne ku ez bidim dewarê xwe. Ev 5 roj in ji ber tunebûna avê heywanê me hemû nexweş ketine. Gotin av nayê Hezexê, em ê ava we qut bikin. Ma ev pirsgirêka me ye? Pêwîst e vê pirsgirêkê rayedar çareser bikin. Çareserî nequtkirina ava gund e."    BANGAWAZΠ   Şerîfe Tekîn jî destnîşan kir ku di vê germê de nikarin bê av îdare bikin. Tekîn, bang li rayedaran kir ku demildest ava wan bê berdan.