Çalakiyên titûnê mezin dibin 2021-07-04 13:30:59   RIHA - Bi hezaran hilberînerên li dijî qedexeya bazirganiya titûnê li navçeya Kolikê hatin gelhev, rêya bêjahiyê ya Semsûr û Kolikê ji trafîkê re girtin.    Wezareta Daristan û Çandiniyê, şerta “belgeya karbidestî” anî pêşiya cotkarên titûnê. Ji 1’ê tîrmehê ve firoşkarên titûnê nikarin titûnê bifiroşin û karê wan li wan hatiye qedexekirin. Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî bazirganiya titûnê mezin dibin. Piştî Meletî û Semsûrê îro jî li navçeya Kolikê ya girêdayî Semsûrê bi hezaran hilberînerên titûnê hatin gelhev û qedexeya li dijî xwe şermezar kirin. Hilberîneran rêya bejahiyê ya Semsûr û Kolikê ji trafîkê re girtin. Hilberîneran di rêya ku girtin de bi dahol û zirneyê govend gerandin. Xebatên Waliyê Semsûrê Mahmût Çûhadar ên qanihkirinê yên li dijî çalakiyên şermezarkirinê tu encam negirtin.