HDP ji bo Gergerlîoglû careke din dest bi Nobata Edaletê dike 2021-07-04 16:18:40   ENQERE - HDP'ê, ji bo parlamenterê xwe Omer Farûk Gergerlîoglû ku AYM'ê ji bo wî biryara binpêkirinê daye jî nayê berdan careke din dest bi Nobeta Edaletê dike.   HDP'ê, ji bo parlamenterê xwe yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê wî de biryara binpêkirinê da û nayê berdan careke din dest bi Nobeta Edaletê dike. Wê HDP sibê ji bo Gergerlîoglû saet di 11.00'an de li ber Girtîgeha Sîncanê Nobeta Edaletê bigire. HDP'ê, li ser hesabê xwe yê twîtterê der barê nobetê de ev agahî da: "Em sibê saet di 11.00'an de ji bo parlamenterê xwe Omer Farûk Gergerlîoglû ku AYM'ê derbarê wî de biryara binpêkirinê daye jî nayê berdan di Nobeta Edaletê de bin. Em ê li dijî darbekarên ku biryarên DMME û AYM'ê pêk naynin li her derî têbikoşin."