Heyeta KCD û DBP'ê çû gundê Çewligê 2021-07-04 20:08:30   ÇEWLIG - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, anî ziman ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tevahiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin û got: "Ji bo azadiya girtiyan û Birêz Ocalan, ewilî em ê xwe azad bikin."    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, çûn gundê Tûglayan, Karga Pazar, Çirkara Hmaza, Cîllî Gol û Hacilar ên navçeya Kanîreş a Çewligê. Hevserokên HDP'a Bajêr Arzû Firat û Hasan Soysal û Parlementerê HDP'ê Erdal Aydemîr jî li gel heyeta KCD û DBP'ê bûn.    Li navenda navçeyê welatiyan bi çepikan, bi tilîliyan û bi pankarta li ser "Em xwe birêxstin dikin li dijî faşîzmê" nivîsandî heyeta KCD û DBP'ê pêşwazî kirin. Jinan kulîlk dan Hevseroka Giştî ya DBP'ê. Welatî û esnafan jî heyetê silav kirin.    OZTURK: DI ŞEXSÊ OCALAN DE HEMÛ TIRKIYE TÊ TECRÎDKIRIN    Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, di serdanê de axivî. Ozturk, bibîr xist ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome û di şexsê Ocalan de hemû Tirkiye tê tecrîdkirin. Ozturk, xwest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û got: "Îro ro tu kes nikare fikirên xwe bilêv bike. Ên bilêv dikin jî an tên binçavkirin an jî tên girtin. Niha bi sedan hevalên me girtî ne. Hevalên me yên girtî ji 200 rojî zêdetir e di greva birçîbûnê de ne. Lewma ji bo azadiya girtiyan û Birêz Ocalan, ewilî em ê xwe azad bikin. Îqtidar niha dixwazin HDP'ê bigirin, lê dê bi ser nekevin. HDP, tenê ne navek e. Ji lew re HDP, gel bi xwe ye. Hindik maye ew biçin. Em ê li dijî zext û zoriyên wan têkoşîna xw ebilind bikin. Lewma em û we em li hev kom bûne. Ji bo me dîtin û fikirên gel pir girîng in."    BAYINDIR: EM BIHÊZ IN    Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî anî ziman ku tahde li gelê kurd tê kirin û got: "Bi taybetî ji sala 2015'an ve Birêz Ocalan bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Em baş dizanin ev biryareke polîtîkaya şerê taybet e. Li gel vê êrîşê dibin ser zimanê me, çanda me, axa me, jin û zarokên kurdan. Armanca wan perçekirina hêvî û baweriya vî gelî ye. Faşîzmê dikin. Her roj di televîzyonan de propagandaya şerê derûnî dikin. Me li qadên Newrozê bersiva vê îqtidarê da. Ji bo vî gelî çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê tu carî ji bîr û baweriya xwe daneyên xwarê. Em bihêz in, xwedî bîr û bawerî ne."    Welatiyan jî diyar kir ku dê li dijî propagandayên îqtidarê xwedî li têkoşînê derkevin û dê îqtidar nikaribe vîna gelê kurd bişikîne.