50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-07-04 23:22:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 4 hezar û 418 kes jî pê ketin.   Wezareta Tenduristiyê, daneyên rojane yên şewba Covîd-19'ê parve kirin. Li gor daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 4 hezar û 418 kesên din jî pê ketine.   Tevî daneyên dawî hejmara kesên heya niha mirine bû 49 hezar û 782 û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon û 444 hezar û 786.