Polîsan gef li hevserokê HDP'î xwar: 'Em ê nehêlin tu xwe tev jî bidî' 2021-07-05 09:01:55 RIHA - Polîsan ku sîxurtî li Hevserokê HDP'ê yê Bêrecûkê ferz kirin, gef lê xwarin û jê re gotin: "Em ê nehêlin tu xwe tev jî bidî. Heya em hebin tu yê nikaribî bi rihetî tevbigerî."  2 sal in zext û zoriyên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bêrecûkê her diçe zêde dibin. Kî biçe avahiya partiyê polîs wêneyên wan digirin û nasnameya wan kontrol dikin. Herî dawî jî polîsan sîxurtî li Hevserok Omer Karadag ferz kirin û gef lê xwarin.     Karadag, anî ziman ku li Bêrecûkê li gor partiyên siyasî yên din bi zext û zoriyeke cuda re rû bi rû dimînin û 2 sal in her diçe zext û zorî zêde dibin. Karadag, diyar kir ku her cara ku deriyê avahiya partiyê vedikin polîs wêneyên wan digirin û gava ji avahiyê derdikevin jî nasnameyên wan tên kontrolkirin. Karadag, bilêv kir ku bertek nîşanî vê daye û got: "Gava cardin wêneyê min girtin, min bertek nîşan da. Min ji wan re got, 'Ez hevserokê navçeyê me, hûn min nas dikin. Hûn wêneyê min digirin, hûn ê min bi kê bidin kuştin?' Polîs hatin hundirê avahiya partiyê û gef li min xwarin û gotin, 'Kî tê vira, hûn çi dikin? Gere tu her tiştî ji me re bibêjî.' Bi vî awayî sîxurtî li min ferz kirin. Gava li ber wan rabûm, vê carê gotin, 'Em ê nehêlin tu xwe tev jî bidî. Heya em hebin tu yê nikaribî bi rihetî tevbigerî.'"    Karadag, anî ziman ku ev zext û zorî bandorê li kesên dixwazin werin partiyê jî dike û got: "Gava hevserokên me yên bajêr û navçeyan tên serdana me, wesayîta wan û nasnameya wan kontrol dikin."    Karadag, diyar kir ku hefteya borî serdana hevalekî xwe yê esnaf kiriye û piştî serdanê polîs çûne cem hevalê wî yê esnaf û jê re gotine, "Ev, çima tê vê derê?"    DIXWAZIN GEL NEYÊ PARTIYÊ    Karadag, bilêv kir ku polîs bi vî awayî dixwazin gel neyê partiyê û got: "Dixwazim bibêjim, em ji van tiştan natirsin. Bi salan e, ev polîtîkaya çewsandinê heye. Gelê kurd jî li dijî van zextan têdikoşe. Gelê kurd heya niha tu carî paş de gav neavêtiye û dê ji niha û pê de jî paş de gav navêje. Têkoşîne me ne têkoşîneke ku tawizan bide. Heger ji hezara payên van zextan payek li ser partiyên din hebûna, dê nikaribûna siyasetê bikirana. Li gel ev qas zext û zoriyan jî HDP rojeva Tirkiyeyê diyar dike."    ARMANC GUHERANDINA ROJEVÊ YE   Karadag, destnîşan kir ku bi van pêkanînan siyasetmedarên HDP'î hedef tên girtin û got: "Serokkomar, wezîrê karên navxweyî, şirîkê biçûk ê îqtidarê MHP  partiya me dikin hedef û dixwazin wê krîmînalîze bikin. JI ber vê li Îzmîrê Denîz Poyraz hat kuştin. Beriya vê êrîşê, li gelek deveran êrîş çêbûn. Lê belê her diçe HDP hîn mezintir dibe. HDP, partiya gelan e. Divê baş zanibin, em paş de gav navêjin."    Karadag, anî ziman ku di demên dawî de êrîşên li ser HDP'ê zêde bûne û vê yekê bi destê îqtidarê wekî "guherandina rojevê" şîrove kir. Karadag, bi gotinên Seyîd Riza ku gotibû "Min serî bi dek û dolabên we re dernexist, bila ev ji min re bibe derd, lê min jî li ber we çok danenî, bila ev jî ji we re bibe der" bersiva van êrîşan da.    MÎRATGIRÊN DENÎZ POYRAZÊ    Karadag, destnîşan kir êdî hwildanên ji bo guherandina rojevê bi kêrî tiştekî nayên û got: "Em mîratgirên Denîz Poyrazê, soz didin ku em ê têkoşînê bilind bikin. Çi dibe bila bibe, em ê dev ji vê têkoşînê bernedin."   Karadag, anî ziman ku zext û zorî çi dibin bila bibin dê gelê Rihayê serî netewîne û got: "Bila tu kes ji ber gefxwarinan û ferzkirinên ji bo sîxurtiyê netirse."    Karadag, diyar kir ku dê giliyê polîsan bike ku gef lê xwaribûn û sîxurtî lê ferz kiribûn.    MA / Emrûllah Acar