Li gundên Êlihê bi hezaran însan 13 roj in bêav mane: Serê malê 110 hezar lîre fatûre hatiye birîn 2021-07-05 10:39:09   ÊLIH - Li hin gundên navçeya Hezoyê ji aliyê DEDAŞ’ê ve 13 roj in bêav hatine hiştin. Gundiyan destnîşan kir ku ew mal û milkê xwe hemû bifiroşin jî nikarin deynê ceryana bîrên avê bidin. Gundî ji qenala DSÎ'yê pêdiviyên avê dabîn dikin.    Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji 23’yê hezîranê ve ceryana dînamoyên bîrên avê yên Bajaroka Kaniyahenê, gundê Zîlan, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskutê û Holê yên bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve birriye. DEDAŞ’ê bi hêceta “deyn nehatiye razandin” ceryana bîrên avê biriye. Piştî birrîna ceryanê bi hezaran însan li van gundan 13 roj in bêav mane. Gundî pêdiviya avê bi traktoran ji Çemê Batmanê û qenala avdaniyê ya DSÎ’yê û bîrên avê dabîn dike. Ji ber vê ava nepaqij li gundan rê li ber nexweşînan jî vekiriye. Gundî radigihînin ku emel û vereşîn dest pê kiriye.    MAL Û MILKÊ XWE JÎ BIFIROŞIN NIKARIN DEYN BIDIN    DEDAŞ dibêje milyonek û 882 hezar lîre “deynê min li gundiyan e” û vî deynî dike hêcet û gundiyan bêav dihêle. 735 hezar lîre ji vî deynî jî faîza derengxistinê ye. Tenê li gundê Zîlan 206 hezar lîre pereyê bingehîn e, bi faîza derengxistinê re ev deyn bûye 514 hezar lîre. Şêniyên gundê Zîlanê dibêjin serê her fatûreya malekê 110 hezar lîre hatiye nivîsandin û ew mal û milkên xwe hemû jî bifiroşin wê nikaribin vî deynî bidin. Gundî li hember vê rêwşê bi bertek in û tişta DEDAŞ’ê aniye serê wan wek zilmê dibînin.    GUNDÎ ŞERPEZE BÛNE    Ji şêniyên gund Tenzîre Ogûz destnîşan kir ku 13 roj in ew di rewşek şerpeze de ne û wiha got: “Zarokên me nexweş ketine. Em nikarin li malê rûnên. Av li serşok, daşir û mitbexên me nîne. Em nikarin pêdiviyên xwe avê dabîn bikin. Em carna avê ji bîrê dikişînin carna jî ji Çemê Batmanê. Dema em ava bîrê vedixwin em pê emel dibin û vedireşin. Bila zûzûka ceryana ava me berdin. Em mexdûr bûne. Êdî bes e. DEDAŞ’ê kamera li trafoya avê ve daniye. Lewma em nikarin ceryana bîrên avê berdin. Niha jî tên ceryana me dibirin. Bi qasî dinyayekê deyn li me birîne. Kes nikare vî deynî bide.”    ‘JIYANA ME FELC BÛYE’    Şêniya gundê Zîlan Xerîbşa Ogûz jî anî ziman ku nêzî du hefteyan e ji ber bêaviyê nikare bi rehetî serê zarokên xwe bişo û got: “Zarokek min bi nexweşîna Talesemi (bêxwînî) re rûbirû ye. Lewma ez bi fikar im. Zarokek min jî çend roj in emel bûye. Em nikarin li malê bijîn. Em nikarin sewalên xwe av bidin. Baxçeyên me bêav mane. Niha DEDAŞ’ê jiyana me felc kiriye. Bila demildest dawî li vê bêberpirsiyariyê bînin. Bi hezaran însan di germa vê havînê de bêav hatine hiştin. Ev wîjdanek çawa ye? Yên ku her roj dibêjin paqijî û maske, lê maskeya wan bi xwe ketiye. Êdî bes e.”    ‘DIVÊ HER KES LI HALÊ ME BIPIRSE’    Şêniyê gundê Zîlan Ayhan Şanli jî destnîşan kir ku wan 25 sal berê ji ava bîran pêdiviya avê ji bîran dabîn dikirin lê her tim xelkê gund bi nexweşînan re rûbirû dima û got: “Gundê me serî li rayedaran dan. Li ser vê yekê ji çemê me ango Çemê Batmanê bi qasî 100 metreyî ji bin erdê bîra avê hat vekirin û dînamoyan dan ser vê bîrê. Dînamoyên avê ji çem derdixin embara avê û pêdiviya gund wisa tê dabînkirin. Lê ev nêzî du hefteyan DEDAŞ’ê hatiye ceryana dînamoyên me biriye û me ji avê mehrûm kiriye. Niha bi hezaran xelkê van gundê me mexdûr bûye û di rewşek şerpeze de ne. Ji paqijiyê bigire heta nexweşînan gelek pirsgirêk derketine. Her kesê dibêje ku ez însan im divê li halê me bipirse.”    MA / Fethî Balaman