Girtî: Divê mafên Ocalan ên hiqûqî pêk bên 2021-07-05 10:40:57   MÊRDÎN - Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di çalakiya greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku heta tecrid bişikê di greva birçîbûnê de bin û daxwaza wan naskirina mafên hiqûqî ye.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 27'ê Mijdara 2020'an de hat destpêkirin, di roja 221'an de didome. Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di çalakiya greva birçîbûnê de ne, bi peyamê ku şandin diyar kirin ku heta tecrid bişikê di greva birçîbûnê de bin.    'EM Ê PAŞDE GAV NAVÊJIN'   Girtiyan, da zanîn ku daxwazên wan ne daxxwazên derveyî hiqûqê ne û ev peyman dan: "Pandemiya Kovîd-19'ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdîn berbavl bûye. Vê nexweşiyê bandor li hevalên me kiriye. Lê rexmî vê jî em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin û em ê bidomînin. Daxwaza me aşkera û hiqûqî ye. Divê tecrîda li ser Rêberê me Birêz Abdullah Ocalan rabe û mafên wî yên hiqûqî bên nasin. Heta ku em tecrîda li ser Rêberê xwe bişikînin em ê di xeta xwe ya berxwedanê de tavîz nedin û paşde gav navêjin. Divê çalakiya me bi daxwazên me, bi jiyanê bixwe û nirxên pratîk ên hevpar re bê nirxandin. Em ê teqez mîrateya têkoşînê ya ji me re hatiye hiştin bidomînin. Wê gelê kurd ê welatparêz jî heta tecrîd bi dawî bibe wê têbikoşe û bibe dengê girtiyan. Di vê esasê de em silavên xwe yên şoreşger ji gelê xwe re dişînin."