Li Dihê dijî wesayîta leşkerî teqîn pêk hat 2021-07-05 12:01:32   SÊRT - Li çoltera navçeya Dihê li dijî wesayîta zirxî ya leşkerî teqînek pêk hat.    Li nêzî gundê Tirya bi ser navçeya Dihê ya Sêrtê ve duh êvarê li dijî wesayîta zirxî ya leşkerî ku leşkeran vediguhest teqînek pêk hat. Di wesayîta zirxî de xesarek mezin çêbû. Di derbarê birîndar an jî miriyan de tu daxuyanî nehat dayîn. Hat zanîn ku piştî teqînê li herêmê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.