Lêpirsîna 29'emîn derbarê Bor de hat destpêkirin 2021-07-05 12:39:25   WAN - Bi hinceta daxuyaniyên tevlî bûye, parvekirinên li ser medya sanal, û hevpeyvînên ku dane derbarê damezrînera Komeleya Jinan a Starê Rojbîn Bor lêpirsîneke din jî hat destpêkirin.   Damezrînera Komeleya Jinan a Starê Rojbîn Bor ku di 16 mehan de der barê wê de 28 lêpirsîn hatine destpêkirin, piştî parvekirina wê ya li ser medya sanal a têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz di 30'ê hezîranê de bi angaşta "biçûkxistin û sewqkirina gel a kîn û neyartiyê" lêpirsîneke din jî der barê wê de hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Bor di 4'ê tîrmehê de îfade da Miduriyeta Polisan a Wanê û sûcdariyên li dijî xwe qebûl nekir.