Li Kocaeliyê berteka Gergerlîoglû: Biryara AYM’ê pêk bînin 2021-07-05 14:08:06   KOCAELÎ - Rêxistina HDP’ê ya Kocaeliyê, xwest ku Omer Farûk Gergerlîoglû ku ligel biryara binpêkirinê ya AYM’ê jî li girtîgehê tê girtin, were berdan.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kocaeliyê, ji bo parlamenterê wan ê bajar Omer Farûk Gergerlîoglû ku ligel biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî nayê berdan, were berdan li avahiya xwe daxuyanî da. Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’ê ya Kocaeliyê Leyla Aygun axivî.    BÊHIQÛQÎ   Aygun, diyar kir ku Gergerlîoglû derveyî makeqanûnê hatiye darizandin û girtin û bi lêv kir ku ev bêhiqûqî bi biryara AYM’ê hat tomarkirin. Aygun, destnîşan kir ku ligel di ser biryara AYM’ê re çend roj derbasbûne jî hêj Gergerlîoglû nehatiye berdan û wiha got: “Em wek kesên ku li vir Nobeta Edaletê digirin, hevrê û hilbijêrên wî ne. Em herkesên ku weke nan û avê pêwîstî bi edaletê hene ne. Em tenê ne partiyî ne em welatiyên wekhev ên pêwîstî bi pergala hiqûqê hene ne.”   Aygun, bi lêv kir ku pêkneanîna biryara AYM’ê sûc e û bang kir ku demildest biryara AYM’ê were sepandin.