Baroya Êlihê: Qutkirina ava gundan nayê qebûlkirin 2021-07-05 19:49:28   NAVENDA NÛÇEYAN – Baroya Êlihê, têkildarî qutkirina ava 12 gundên navçeya Hezoyê raporek amade kir û destnîşan kir ku qutkirina ava gundan nayê qebûlkirin.    Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), bi hinceta deynê wan ji 23’yê hezîranê ve ceyrana dînemoyên Bajaroka Kaniyahenê û gundê Zîlan, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskutê û Holê jî di nav de 12 gundên navçeya Hezoyê ya Êlihê biriye û bi hezaran mirov 13 roj in bêav in. Baroya Êlihê ku duh serokê wê Parêzer Erkan Şenses bi komekê rêveberên baroyê re çûbû gundên avê wan ji ber birîna ceyranê qut bûne, têkildarî mijarê raporek amade kir û weşand. Baroyê, di rapora xwe de diyar kir ku serok Şenses bi keya û gundiyan re li ser sedema qutbûna avê hevdîtin kiriye û bandora qutbûna avê ya li ser jiyana welatiyan hîn kiriye.    NAVEROKA RAPORÊ     Di raporê de bi kurtasî ev agahî hatine parvekirin:    “Di hevdîtina ku bi keyayên gundan re hatiyekirin de keyayan daye zanîn ku ava wan ji ber deynê ceyranê hatiye birîn û ji ber ku budçeya wan tune ye deynê xwe bidin ava wan nayê berdan. Ji ber vê rewşê j neçarî ava xwe ji qenalên avdaniyê peyda dikin û ev jî dibe sedema nexweşiyan. Li gundan hatiye dîtin ku gundî bi traktoran ji qenalê avê dikişînin.    Di 5’ê tîrmehê de Serokê Baroya Êlihê Parêzer Erkan Şenses û Endamê Lîjneya Rêveberiya Baroya Êlihê Parêzer Mesût Aydin, ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi Mudirê DEDAŞ’ê yê Êlihê re hevdîtin kirine. Di hevdîtinê de hatiye piştrastkirin ku ji ber deynê ceyranê av hatiye birîn û hatiye diyarkirin piştî razandina deyn dê careke din ceyran bê dayîn.    Di 5’ê tîrmehê de Serokê Baroya Êlihê Parêzer Erkan Şenses û Endama Lîjneya Rêveberiya Baroya Êlihê Parêzer Gulîzar Yildiz, ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajar a Êlihê re hevdîtin kirine û hatiye diyarkirin ku ji aliyê wan piştî binesaziya şebekeya avê hatiye sazkirin dewrî keyayên gunda hatiye kirin û deynê ceyranê yê gundan di berpirsyariya gundan de ye.”   TESPÎT Û PÊŞNIYARÊN HATINE KIRIN   Di dawiya raporê de hin tespît û pêşniyarên ku ji bo çareseriyê hatine kirin bi kurastî wiha ne:   “* Li gorî xalên Destûra Bingehîn; mafê herkesî yê jiyanê heye û divê dewlet di şertên standart de vî mafî pêk bîne.    * Di 28’ê tîrmeha 2010’an de Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî qebûl kiriye ku xwe gihandina ava paqij mafê mirovan qebûl kiriye. Bi vî awayî av weke perşeyekî bingehîn ê mafê mirovan hatiye îlankirin.    * Li gundên ku bi hezaran mirov li wan dijîn xetereya nexweşiya şewbê heye. Ava qenalê dine ku bibe sedama tenduristiya gel. Divê ku Wezareta Tenduristiyê ava qenalê ku niştecihên van gundan jê vedixwin test bike.    * Ji ber hinceteke hiqûqî ji holê rakirina xwe gihandina ava vexwarinê û mafê jiyanê nayê qebûlkirin.   * Baroya Êlihê; bang li Wezareta Çavkaniyên xwezayî û Enerjiyê, Saziya Sererastkirina Piyaseya Enerjiyê (EPDK) û Walîtiya Êlihê dike ku ji bo tenduristiya civakê rayeyên xwe bi kar bînin û bikevin nav helwdanên ku şîrket birîna ceyranê bi dawî bike."