Gardiyanên îşkencekar ên doz li wan hatiye vekirin hê jî li ser kar in 2021-07-06 09:04:14 MÊRDÎN – Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê ya Rîzeyê, gardiyanên ku ji ber îşkenceya li girtiyan kiribûn doz li wan hatibû vekirin hê jî li heman girtîgehê li ser kar in.  Girtî Orhan Can, Kemal Yîgît û Mûrat Bakûdan di 10 çileya 2019’an de ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rizeyê hatibûn kirin. Li vir gardiyanan li girtiyan dabûn û îşkence li wan kiribûn. Ji ber vê îşkenceyê doz li gardiyanan hatibû vekirin. Rexmî vê jî ev garidyan niha li heman girtîgehê li ser kar in.   DU CARAN LI GIRTIYAN DANE   Destpêkê her sê girtiyan biribûn Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê. Li vir gardiyanan lêgerîna tazî li girtiyan ferz kiribûn û ji ber ku li dij derketibûn gardiyanan li wan dabû. Piştre girtiyan ji vir derbasî Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rizeyê hatibûn kirin. Li vir jî gardiyana lêgerîna tazî li girtiyan ferz kiribûn û ji ber ku dij derketibûn gardiyan li vir jî li girtiyan dabûn. Di encama vê lêdanê de girtî bi giranî birîndar bûbûn û ew rakiribûn Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdeyê ya Rîzeyê.     RAPORÊN REWŞA GIRTIYAN   Di rapora ku li nexweşxaneyê ji bo girtiyan hatibû amadekirin de hat diyarkirin ku di parsûyên Orhan Can û Kemal Yîgît de derzandin çêbûye. Di raporê de ji bo Mûrat Bakûdan jî hatibû gotin ku bi awayekî sivik birîndar bûye. Ji berk u girtî giliya wan kirin Serdozgeriya Komarê ya Kalkandereyê der barê gardiyanan de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de girtî sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Rîzeyê hatin kirin û rapor hat amadekirin. Di rapora ATK’ê de jî ji bo Orhan Can û Kemal Yîgît hat gotin ku bi awayekî giran hatine birîndarkirin û jiyana wan ketiye xetereyê. Ji bo Bakûdan jî hat gotin ku bi awayekî sivik birîndar bûye.     DOZ HAT VEKIRIN   Piştî raporan dozgerî der barê gardiyan Îsmaîl A., Osman Ç., Vedat S. û Baş Memur Tolga C.  de lêpirsîn da destpêkirin û dozname amade kir. Di doznameyê de dozger sûcdariya “birîndarkirina giran” her çar gardiyanan kir û xwest ku gardiyan ji ber êrişa  xwe ya li dijî Yîgît û Can bên cezakirin. Di çarçoveya dozê de îfadeyên girtî û gardiyanan hatin girtin. Girtiyan tundiya ku li wan hatibû kirin vegotine û gardiyanan jî angaşt kirin ku derneketine derveyî qanûnan û bi awayekî sînor mudaxaleyî girtiyan kirine.    Piştî ku doz hat vekirin pêvajoya darizandinê dest pê kir. Hat hînkirina ku rexmî vê jî 4 gardiyan li heman girtîgehê hê li ser kar in û peywir dikin. Gardiyanan, di danişînê de cihê xwe yê kar weke Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê nîşan dan.    GARDIYANAN  HEVDÎTINÊ ASTENG KIRIN   Parêzerê girtî Kemal Yîgît ku îşkence li hatibû kirin Mehmet Demîr, diyar kir ku beriya demekê çûye hevdîtina muwekîlê xwe û gardiyana hewl daye hevdîtina wî astgeng bikin. Parêzer Demîr, destnîşan kir ku piştî rêwitiya xwe ya 10 saetan çûye girtîgehê  û li girtîgehê hincetên cuda jê re hatine nîşandan û piştî ku serokên baroyan û dozgeriyê xistiye dewrê hevdîtin pêk aniye û wiha got: “Ji ber dozê nedixwestin hevdîtin pêk bê. Gardiyanên ku îşkence li muwekîlê min kirine hê jî li heman girtîgehê ne. Ev jî li pêşiya darizandineke adilane asteng e. Ji berk u îşkence bi raporên tipa edlî qeyd kiriye divê gardiyan bên girtin. Lê dadgeh daxwaza me ya ji bo girtinê red dike.”   MA / Ahmet Kanbal