Li Nisêbînê 11 kes hatin binçavkirin 2021-07-06 11:13:51   MÊRDÎN - Li Nisêbînê di saetên serê sibê de di serdegirtina malan de Dayikên Aştiyê jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin.    Polîsan li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt. Di çarçoveya lêpîrsîna derbarê serdema qedexeya derketina derve ya di salên 2015 û 2016’an de hatiye destpêkirin, Dayikên Aştiyê jî di nav de 7 jê jin 11 kes hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku di nav kesên hatine binçavkirin de Dayikên Aştiyê Hayat Akdaş, Bilmez Ari, Seyran Onuşdu û jinên bi navê Şehrîban Demîr û Sedîka Îlhan jî hene.    Hat zanîn ku Şehrîban Demîr a hat binçavkirin nû welidiye û dema polîsan bi ser mala Dayika Aştiyê Hayat Akdaş a îkameta wê ya kevn de girtine derî û pencere şikandine û wisa ketine hûndir. Polîsên ku li malê kes nedîtin, çûn navnîşana Akbaş ya nû û ew binçavkirin.   Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Nisêbînê.