HDP wê ji du baskan ve dakeve qadan 2021-07-06 12:44:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, dê li dijî doza girtinê, tecrîd, çalakiyên greva birçîbûnê, êrişên ser destkeftiyên jinan, qeyrana aborî, talana xwezayê û desteserkirina mafan ji du milan ve dakevin qadan.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Meclîsa Partiyê (PM) ku piştî doza girtina partiyê li dar xist de biryara dakeve qadan girt. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wê di çarçoveya “Kampanyaya Parastina HDP’ê” de wê li 7 bajaran mitîng û hevdîtinên gel pêk bînin. Starta hevdîtina ku Hevserokên Giştî ji du baskan ve bidin destpêkirin wê li bajarê Îzmîrê ku Denîz Poyraz lê hat hatibû qetilkirin were dayîn.    ROJEVA HEVSEROKAN   Di rojeva mitîng û hevdîtinan de dê zext û doza girtina li ser HDP’ê hatiye vekirin, Doza Kobanê, Komkujiya Îzmîrê, operasyonên Tirkiyeyê yên derveyî sînor, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê, êrişên ser destkeftiyên jinan, qeyrana aborî, xizanî, talana xwezayê û desteserkirina mafan cih bigirin. Hevserokên Giştî ji xeynî mitîng û hevdîtinan wê bi dînamîkên bajêr re jî bicivin.    Wê her du hevserok jî tevlî mitînga di 8’ê Tîrmehê de li Îzmîrê were li dar xistin bibin. Wê di bernameya ku meha tîrmehê de pêk were de Pervîn Bûldan di 13’ê tîrmehê de li Dîlokê, di 14’ê tîrmehê de li Rihayê û di 26’ê tîrmehê de jî li Kocaeliyê beşdarî bernameyan bibe. Mîthat Sancar jî wê di 17’ê tîrmehê de li Aydinê, di 28’ê tîrmehê de li Agiriyê û di 29’ê tîrmehê de li Bedlîsê beşdarî bernameyan bibe.    XEBATÊN RÊXISTINKIRINÊ   Ji xeynî hevserokan wê di meha tîrmehê de cîgirên hevserokên giştî yên partiyê, serokwekîlên komê û berdevka partiyê, di çarçoveya xebatên rêxistinkirinê de li gelek bajar û navçeyan hevdîtinan bikin. Rêveberên partiyê yên navendî wê ji 9’ê tîrmehê heta 29’ê tîrmehê li Qers, Erdexan, Îdir, Manîsa, Mûş, Amed, Çewlig, Cizîr, Colemêrg, Bedlîs, Edene, Osmaniye, Hatay, Bûrsa, Balikesîr, Erzîngan, Meletî û Semsûrê beşdarî bernameyan bibin.    Wê hevdîtinên bajaran û serdanên Hevserokên Giştî yên HDP’ê, cîgirên wan, berdevka partiyê û serokwekîlên komê di meha tebaxê de jî bidome.