Esnafên bazara sewal û kayê bi gazind in 2021-07-06 13:44:43   WAN - HDP'iyan serdana esnafên sewal û kayê kir û gilî û gazinên esnafadan guhdar kirin.    Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin û komeke HDP'î serdana esnafên sewal û kayê yên li bajar kirin. Destpêkê heyeta HDP'ê çû serdana esanfên bazara sewalan. HDP'îyan li vir pirsgirêk û gazinên esnafan guhdar kir. Esnafan ji heqê ku ji ber têketina bazarê ji wan tê standin gazind kirin û gotin ku rexmî heq didin jî qeyûm ji bo tu xizmetî nake. Sewalkaran pirsgirêkên ku ji ber girtina guherên sewalan dijîn jî anîn ziman û destnîşan kirin ku Miduriyeta Çandiniyê ya Bajar ne weke saziyeke dewletê weke "çeteyan" dixebite.   Heyeta HDP'ê piştî serdana xwe ya li vir derbasî bazara kayê bû û bi rêveberên Kooperatîfa Ka û Êm a Gola Wanê re hevdîtin kir. Serokê Kooperatîfê Selahhatîn Alman, diyar kir ku ji ber hişkesaliyê, kaya li bajar têra sewalên bajar nake û giliya bihabûna bihayê kayê ji ber vê rewşê kir.    WÊ HDP PIRSGIRÊKAN BIBE ROJEVA MECLISÊ   Piştî van serdanan Parlamenter Sarisaç daxuyaniyek da çapameniyê û diyar kir ku polîtîkayên şaş ên hikûmetê yên çandinî û sewalkariyê mexdûriyet derketiye holê û wiha got: "Hişkesalî bandoreke neyînî li cotkar û sewalkaran dike. Ji ber girtina deriyê sînor û polîtîkayên şaş ên aboriyê gel mexdûrt dibe. Bi polîtîkayên qeyûm re ev mexdûriyet zêdetir dibe. Pirsgirêkên ku me di serdana xwe de qeyd kiriye em ê bibin rojeva meclisê."