Wezîr 2 bajarên ku varyanta Delta Plusê lê hat tespîtkirin veşartin 2021-07-06 13:50:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Wêzîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, ragihand ku li 3 bajaran ‘varyanta Delta Plus’ hatiye tespîtkirin. Koca, bi lêv kir ku bajarekî ku ev weqa lê hatine tespîtkirin Stenbol e û her du bajarên din aşkera nekirin.    Li Tirkiyeyê piştî varyanta delta, varyanta Delta Plus’ jî hat tespîtkirin. Di 3 kesên 3 bajarên cuda dijîn de ‘varyanta Delta Plus’ hat dîtin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, piştî civîna kabîneyê ya duh pirsên rojnamevanan bersivandin. Koca, da zanîn ku bajarekî ku varyanta Delta plus lê hatiye dîtin Stenbol e û wiha got: “Bajarek Stenbol e. Li Enqereyê nîne. Lê ez her du bajarên din nebêjim. Rewşa kesên bi vê nexweşiyê ketine baş in. Ser piya tên şopandin.”   Li aliyê din weqayên varyanta deltayê zêde dibin. Wezîr Koca, hejmarên dawî bi rojnamevanan re parve kir. Hejmara bajarên ku ev nexweşî lê hatiye dîtin derket 30’an. Hejmara pêketiyan bû 284’an.