Li Mêrdînê 4 siyasetmedar hatin berdan 2021-07-06 21:32:00   MÊRDÎN - Serokên berê yên navçe û şaredariyên bajarokên Mêrdînê 4 siyasetmedar hatin berdan.       Di 30'ê cotmeha 2020'an de, bi sûcdariya ku di sala 2013'an de tevlî civîneke Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûne, polisan bi ser mala Şaredarê berê yê Şemrexê Hasîp Aktaş (2009-2014), Şaredarê berê yê Bajaroka Îstîlîleyê Lokman Findik ((2009-2014), Şaredarê berê yê Bajaroka Xelîla Ahmet Încî (2009-2014) û Serokê berê yê Navçeya Kerboran ê BDP'ê Mehmet Kiliç de girtibûn û ew binçav kiribûn û girtibûn. Danişîna destpêkê ya doza ku li her çar siyasetmedaran hatibû vekirin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtrin. Her çar siyasetmedar jî li girtîgehên ku lê girtî bûn bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Parêzerên wan jî li danişînê amade bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyan siyasetmedaran parastinên xwe kirin û sûcdariya "emdamtiya rêxistinê" ya li dijî xwe qebûl nekirin. Piştre parêzeran jî partastin kir û daxwaza berdanê ya muwekîlên xwe kirin. Rexmî ku dozger daxwaza berdewamkirina her çar siyasetmedaran kir jÎ heyeta dadgehê biryar berdana her çar siyasetmedaran da û danişînê taloqî dîrokeke pêş kir.