Gergerlîoglû ji girtîgehê derket 2021-07-06 21:42:43   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku AYM'ê der barê wî de biryara "binpêkirin maf" dabû ji çapemeniyê hat revandin û ji girtîgehê bat berdan.       Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku Dadgeha Destûea Bingehîn (AYM), der barê wî de biryara "binpêkirin maf" dabû ji  girtîgehê bat berdan. Polisan girseya ku ji bo berdana Gergerlîoglû hatibû pêşiya girtîgehê asteng kir û destûr da ku parlamenter û ferdên malbata Gergerlîoglû li têketina kampûsa girtîgehê bisekinin. Sekna parlamenteran a li vir didome û Gergerlîoglû ji girtîgehê hat berdan. Gergerlîoglû ji çapameniyê û girseyê hat revandin û li devereke gelekî dûrî girtîgehê bat berdan.    Gergerlîoglû û malbata xwe li wesayîtê siwar bûn ber bi Navenda Giştî ya HDP'ê derketin rê. Girseya li ber girîgehê jî piştre bi rê ket. Polisan rê ji trafîqê re girtin û wesayîtên parlamenteran jî di nav hemû wesayîtan di kontrolê re derbas kirin û nasnanemeyan pirsîn.    Ji bo pêşwazîkirina Gergerlîoglû girse derbasî ber Navena Giştî ya HDP'ê dibe.