Li Silopiya semînera 'îstîsmarkirina zarokan' hat lidarxistin 2021-07-07 08:27:06   ŞIRNEX - Di bin banê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya HDP ya Silopiyê de ji bo pêşiya îstîsmarê bigirin di derbarê “Îhmalkirina zarokan û pêşîgirtina îstîsmarê” de semîner hat lidarxistin   Di bin banê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopiya Şirnexê, ji bo pêşiya îstîsmarê bigirin di derbarê “Îhmalkirina zarokan û pêşîgirtina îstîsmarê” de semîner hat lidarxistin.  Semînera ku li Parqa Ahmet Kaya hat lidarxistin Hevşaredara Silopiya Adalet Fîdan Findik, Seroka Midûriyeta Polîtîkayên Jinan Nergîz Ant, derûnnas Besna Tokak, rêvebiriya HDP’ê ya navçeya Silopiya û gelek jin tevlî bûn.   Seroka Midûriyeta Polîtîkayên Jinan Nergîz Ant di semînerê de li ser mijarên “zarokên ku rastî îstîsmarê tên mirov çawa ferq bike, îhmalkirina zarokan û îstîsmar, îstîsmara fîzîkî, îstîsmara hest, êrişa zayendî, dema zarok rastî îstîsmarê tên çima nikarin vebêjin, ji bo malbat zarokên xwe ji îstîsmarê biparêzin çi bikin” axivî û got divê malbat zarokên xwe agahdar bikin.   Derûnnas Besna Tokak jî li ser di aliyê derûniyê de îstîsmar bandorek çawa li zarokan dike axivî û jinan agahdar kir. Semîner, bi nirxandin û pêşniyazên jinan bi dawî bû.