Gelê Wanê: Bi vê helwestê wê PDK dawî li xwe bîne 2021-07-07 09:05:09 WAN - Gelê Wanê, bertek nîşanî piştgiriya PDK’ê ya ji bo êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê dan û gotin ku bi vê helwestê wê PDK dawî li xwe bîne. Êrişa ku Tirkiyeyê di 23’ê nîsanê de li dijî qadên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Kurdistanê da destpêkirin, bi heftan e didome. Rexmî ku ceribeyên bi vî regnî yên berê encam nedane jî desthilata AKP’ê israra xwe ya çareserkirina Pirsgirêka Kurd a bi rêya leşkerî berdewam dike. Ji ber vê di hedefa gelê kurd de AKP û PDK ku desthilata Herêma Kurdistanê di destê wê de ye û piştgiriya vê israra AKP’ê dike, hene.    PDK, li dijî van êrişên Tirkiyeyê destpêkê bêdeng ma. Piştî ku bi vê bêdengiyê rê ji êrişên re vekir, hêzên girêdayî xwe sewqî herêmên hêzên PKK’ê kir û bi awayekî fîîlê tevlî êrişên Tirkiyeyê bû. Ji ber vê mudaxaleya PDK’ê xetereya şerê di navbera hêzên kurd de derket holê. Ev xetere hê jî bi dawî nebûye û didome. Ji ber vê xetereyê di nav raya giştî ya kurdan de li dijî PDK’ê bertek hene û her roj bang li tên kirin. Heta niha PDK’ê bersiv nedaye bangan. Gelê Wanê ku me vê derbarê de mîqrefon dirêjî wan kir, rexneyên xwe yên li PDK’ê anîn ziman.    EM JI HEV RE NEYAR IN!   Welatiyê bi navê OrhanKaya, diyar kir ku helwesta PDK’ê ya li dijî êrişên Tirkiyeyê qebûl nake û wiha got: “Helwesta ku PDK îro datîne holê wê dawî lê bîne. Bila êdî malbata Barzanî li dijî kurdan bi Erdogan re tevnegere. Berteke li dijî vê helwesta PDK’ê di nav gel de gihîştiye asta nefretê. Êdî ez ji wan nefret dikim. Divê êdî Barazanî dawî li vê bazirganî û derewan bîne. Çawa ku ji gelê kurd re titşekî nakin tenê berjewendiyên xwe difikirin. Li dijî vê rewşê divê kurd bibin yek. Herkes ji me re neyar e em jî ji hev re neyar in. Divê rojek zûtir gelê kurd yekitiya xwe pêk bîne û PDK di vê hewlesta xwe de paşde gav bavêje.”   WÊ QET ENCAM NEGIRE   Mûhammed Bûlût jî da zanîn ku ew şerê di navbera kurdan de naxwazin û ev tişt got: “Gelê kurd ji yekitiya re amade ye lê hin serokên partiyên kurdan berjewendiyên xwe di ser vê re dibînin. Sekna Barzanî ne niha ji 20 sal berê ve şaş e. Ev şerê navxweyî jî kêrî Barzanî tê. Lê wê PDK û Barzanî qet ji vê encam negirin. Heke kurdan bi erênî li şerê navxweyî binêrta wê Barzanî 40 sal berê qezenç bikira. Lê kurd li dijî vê rewşê ne û her ku biçe wê Barzanî bi tenê bimîne. Divê PKK û PDK demildest dest bi hevdîtinên aştiyane bikin.”   ‘BILA BARZANÎ LI DÎROKA ME BINÊRE’   Ji welatiyan Enver Aslan, bi lêv kir ku weke gel ew ne li aliyê mirinê ne û şerê navbera kurdan naxwazin û nêrîna xwe ya têkildarî mijarê wiha anî ziman: “Kurd 40 sal in têdikoşin. Divê êdî Barzanî hay jî xwe hebe û xwe nas bike. Vê helwesta Barzanî ji bilî wî wê xesarê nede kesî. Heke Barzanî yekitiya navbera kurdan û aştiyê pêk neyne wê tu rola wî ya serokatiyê nemîne. Barzanî ketiye rola cerdevanên Tirkiyeyê. Tirkiye wî bi kar tîne. Lê ew ne di vê ferqê de ye. Heta ku Barzanî gihîşt vî meqamî çi qas kurdan canê xwe da, divê vê bifikire. Bila Barzanî li dîroka me vegere û binêre. Em weke gel ne şer, yekitiya nav kurdan dixwazin.”   ‘DIVÊ NEBE HEVPARÊ SÛC’   Welatiyê bi navê Fariz Artiv jî xwest ku herkesî xwedî wijdan li dijî şerê muhtemel ê nav hêzên kurd rawest e û wiha axivî: “Kesên ku vî şerî dixwazin  tenê berjewendiyên xwe difikirin. Ez bang li Barzanî dikim ku bi wejdan tevbigere. Ji bo jiyaneke birûmet divê nebe hevparê sûcê Erdogan. Polîtîkaya Erdogan a li dijî kurdan diyar e. Di vê dema ku hin kes xwîna kurdan dirêjînin de çima em kurd xwîne hev birijînin? Bila êdî çar parçe bibe yek û yekitî pêk were.”