2 zarok, 2 xeyal û rastî! 2021-07-07 09:05:12 RIHA - Xeyalên zaroka 17 salî N.K. ku rojê 14 saetan li nav zeviyan tê xebitandin û zaroka 9 salî Y.A ku di çenteyê xwe yê dibistanê de boyaxa solan dildigire û rastiya wan a jiyanê gelek ji hev cuda ye. Lîstikvana hentbolê Merve Akpinar a 13 salî ku jê re hatibû gotin, ‘Tu keç î nikarî şort li xwe bikî û li cem kurikan bilîzî’, zehmetiyên ku kişandibû vegotibû û li ser medya civakî gelek kesan piştgiriya wê kiribû. Akpinar ku Federasyona Hentbolê û tîmên mezin ên fûtbolê piştgiriya wê dikin, li Rihayê ku karkerên zarok herî zêde lê hene ji dayik bûye. Li Rihayê, berovajiyê rewşa Akpinar, bi hezaran zarokên ku di şertên zor de dixebitin û tên xebitandin hene. Ev zarok li kuçeyên Rihayê qartonan berhev dikin, solan boyax dikin û di bin germa zêde de li nav zeviyan dixebitin. Hin zarok jî li bajarên ku çûnê, dibine “qurbana hirsa karê ya karsaz”.    17 SALÎ YE LÊ 15 SAL IN LI NAV ZEVIYAN E   Li Rihayê hin zarok 14 saetan dixebitin. Yek ji van zarokan jî N.K. ê 17 salî ye. N.K. di pola 7’an de bi xeyala ku xwişka xwe ya ji xwe biçûktir bide xwendin dev ji dibistanê ber dide. N.K. ku 15 sal in jiyana wê li nav erdan derbas bûye wiha qala jiyana zeyhmet a li nav erdan dike: “Ji 3 saliya xwe ve li nav erda me. Gelek xesarên xebitandina li nav erdan çêdibin. Heke mirov zarok be ev xesar çend qat dibin. Di temenê zarokatiyê de nexweşî dest pê dikin.”   XWESTIYE BIBE HEMŞÎRE   N.K., da zanîn ku erdê ku li nav dixebitin bavê wê ji wan re îsal îcare kiriye û ev tişt got: “ Ez ji bo bavê xwe dixebitim. Salên borî em li Duzce, Îzmîr, Edene, Nevşehîrê weke karkerên demsalî xebitîn.Rexmî ku min hê hez dikir jî ji ber ku dayika min nexweş e di 7 saliya xwe de min dev ji dibistanê berda. Xwendina zanîngehê xeyala min bû. Xwişka min 9 salî jî niha diçe pola 4’an. Ez ê destûr nedim ku ew dev ji dibistanê berde. Ji bo xwendina wê tişta ji destê min bê ez ê bikim. Xeyala min e ku ew dibistana ku bixwaze lê bixwîne. Min dixwest bibim hemşire û dayika xwe baş bikim. Lê niha li nav erd dixebitim. Fêrkirina ji der ve be jî dîsa dixwazim bibim hemşire. Dayika min nexweş e, heke ez bibim hemşire ez baş lê binêrim.”    HEM LI NAV ERD HEM JÎ LI MALÊ DIXEBITE   Di berdewamê de N.K. destnîşan ki ku li nav erd di bin pîleya germê ya 40’î de dixebite û ev tişt anîn ziman: “Ji ber ku dayika min nexweş e, ez hem karê erd dikim hem jî karê malê dikim û li xwişk û birayên xwe dinêrim. Naxwazim karê erd bikim, ne karekî xweş e. Saet di 05.00’an de radibim û heta saet 18.00’an li nav erd im. Piştî erd jî li malê karê paqijiyê û xwarinê dikim. Lê dixwazim ku dayika min baş be.”   BI ÇENTEYÊ DIBISTANÊ KARÊ BOYAXA SOLAN DIKE   Li Rihayê, zarokên sûriyeyî ku ji şer reviyan e jî xeyalê xwe pêk naynin. Piraniya zarokan an çopê berhev dikin an jî karekî din dikin. Y.A. ya 9 salî ku beriya 3 salan li Rihayê bi cih bûye ji bi sedana zarokan tenê yek e. Y.A. qutiya boyaxa sola ku kiriye çenteyê xwe yê dibistanê li ber mizgeft û qadan digere û solan boyax dike. Y.A got ku ew xeyal dike li şûna boyaxê pirtûkan bike çenteyê xwe û dibistanê bixwîne. Herî dawî Y.A. bi lêv kir ku xeyaleke wê jî ew e ku bigihîje hevalên xwe yên bajaroka Bînnîşê ya Îdlîbê.    MA / Emrûllah Acar