Torûn a ku Agar giliya wê kiribû: Hêz tê nîşandan 2021-07-07 09:05:13 STENBOL – Tûba Torûn ku Parlamenterê AKP’ê Tolga Agar ê navê wî di mirina biguman a rojnameger Yeldana Kaharman de derbas dibe giliya wê kiribû, diyar kir ku bi zimanê gefê û baviksalariyê li dijî wê hêz tê nîşandan.  Rojnameger Yeldana Kaharman ku di 28’ê adara 2019’an de bi awayekî biguman li Xarpêtê jiyana xwe ji dest dabû, bi îttîrafên rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker re careke din hatibû rojevê. Ji mirina Kaharman kurê Wezîrê Karên Derve yê berê Mehmet Agar Parlamenterê AKP’ê yê Xarpêtê Tolga Agar tê sûcdarkirin   Tolga Agar ku rexmî îttîrafên Peker jî der barê wî tu lêpirsîn nehatin vekirin, ji ber şîroveyên têkildarî mirina Kaharman giliya Endama Meclisa Partiyê ya CHP’ê Parêzer Tûba Torûn kir. Agar, di daxwaznameya xwe ya gilîkirinê de Torûn hedef nîşan dide û angaşt dike ku girêdanên Torûn ên bi gelek “rêxistinan” re hene û ev tişt ji bo wê dibêje: “Wê ew delîl bên! Wisa li ser ekrana bi şerefan mirovan leyîstin ne tune ye.”   DOSYAYÊ GIRTINE   Torûn, têkildarî gilîkirin û ûslûba Agar ji ajansa me re axivî û ev tişt gotin:    “Dema ku me xwest em li dosyayê binerin me dît ku dosya li holê tuneye û der barê wê de biryara neşopandinê hatiye dayîn û hatiye girtin. Rapora tipa edlî ya di dosyayê de nîşanî me nedan. Lewre me jî vê lêkolîna xwe vegot. Beriya mirina xwe Kaharman çûye qereqolê gilî kiriye, me diyar kir ku vê ji çavkaniyên xwe yên nûçeyan hîn kiriye. Me tiştên ku bûne wiha kurt vegot. Di encamê de dosyayeke heye. Bi întîharê hatiye tespîtkirin û hatiye girtin. Ev di dosyayên gilîkirinê de hatiye vegotin. Lê ji ber ku dosya girtî ye em nabînin ku ev dosya der barê Tolga Agar de ya der barê kesekî din de ye. Tolga Agar jî vê der barê de daxuyanî neda.    ‘JI BER EMDIBÊJIN DOSYA HEYE GILIYA ME TÊ KIRIN’   Dema ku em dibêjin gilîkirineke Kaharmana a bi vî rengî û dosya heye, giliya me tê kirin. Angaşt kirine ku der barê Tolga Agar de weke biguman tu dosyayeke gilîkirin tune ye lê min angaşt kiriye ku der barê wî de dosya lêpirsîn heye. Angaşt kirine kum in li vir neyînî pê de aniye. Lê neyîniya ku hûn dibêjin sûc, sûcekî girêdayî şertê pêşî ye. Divê destpêkê lêpirsîn bê kirin û ew kes bê paqijkirin. Piştre ew angaşta ku hûn dikin weke neyînî dikare bê nirxandin. Jixwe li holê têkildarî Tolga Agar rewşeke şertê pêşî tune ye. Têkildarî vê daxuyaniyek jî tune ye. Ji ber wê nikare bê gotin ku ev neyînî ye. Tişta ku jê re dibêjîn neyînî,’nebûna dosyayeke lêpirsînê ya der barê Tolga Agar de ye’.   HÊZA XWE NÎŞAN DANE   Bi sûcdariyeke ku hêmanên wê bi cih nanîne gilî kirine. Her wiha zimanê daxwaznameyê jî heta dawiyê bi gef e. Weke ku ferman dabin dozger, ‘Wê ew delîl bên’. Ev ne li zimanê hiqûqî ne jî li usûlê tê. Di vir de divê Tolga Agar ê parlamenter pirsên di serê mirovan de ji holê rake. Di encamê de Kaharman xebatkara wî bûye. Têkildarî vê raya giştî qet nehat agahdarkirin. Ji ber vê hê jî di serê raya giştî de gelek pirs hene. Li şûna ku Agar daxuyanî bide û her cûre rexneyê qebûl bike, li ser agahdarkirina me ya tiştên ku me bihîstiye û şîroveyên ku me kirine, hêza xwe nîşan dane. Ev nayê qebûlkirin û li gorî min ne adîl e jî. Em li vir zimanekî baviksalarî dibînin. Parêzer di encamê de nûnertiyê bike jî divê li zimanê xwe baldar be. Her hincet çi be dema ku em aliyê baviksalar rexne dikin tên gilîkirin.”