Fehîme Poyraz: Bila Qada Gundogdûyê tije bibe û bibe Denîz 2021-07-07 10:47:32   ÎZMÎR - Fehîme Poyraz, banga tevlîbûna mîtînga ku li Îzmîrê were li dar xistin kir û wiha got: “Ez dixwazim Meydana Gundogdûyê tije bibe û bibe Denîz. Bila bi hezaran mirov biherikin wir.”   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li dijî zextên ku zêde dibin, hewldana girtina HDP'ê û ji bo Denîz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin dê bi dirûşmeya “Hilmek ji bo demokrasiyê” mitîngekê li dar bixe.     Ji bo mîtînga ku di 8’ê tîrmehê de li Qada Gundogdûyê were li dar xistin, Hêzên Ked û Demokrasiyê û pêkhateyên wê tax bi tax xebatên xwe didomînin. HDP jî bi 11 parlementerên xwe serdena taxan dike û bi hevdîtinên gel welatiyan vedixwîne mitîngê.    Malbata Poyraz jî têkildarî mîtînga ji bo qetilkirina Denîz Poyraz tê lidarxistin bang kir. Dayika wê Fehîme Poyraz a roja keça wê hat qetilkirin bi gotinên “Denîzek çû wê bi hezaran Denîz werin” di hişê civakê de cih girt û bavê Denîz Poyraz Abdulîlah Poyraz diyar kirin ku ji bo di mitîngê de peyama aştiyê bi hêz were dayîn divê her kes were Qada Gundogdûyê.    PEYAMA BIRATIYA GELAN   Abdulîlah Poyraz, hemû kurd, tirk, elewî, çerkes, hemû gel û bawerî vexwendin mitîngê û wiha got: “Em biratiya gelan dixwazin. Ji bo biratiya gelan û yekitiya me em herkesê vedixwînin mîtîngê. Ez dixwazim di mîtîngê de dengê aştiyê bilind bibe. Fikra wan çi bibe bila bibe bila herkes di mîtîngê de cihê xwe bigire. Bila ne dayikên kurdan ne jî dayikên tirkan negirîn. Dixwazim her kes di mîtîngê de destê aştî û biratiyê yê hev bigire.”   DENÎZA GEL   Fehîme Poyraz jî da zanîn ku bi hêza gelê ku roja keça wê Denîz hat qetilkirin li qadê kom bû daye wê li ser piya disekine û wiha axivî: “Ez gelek serbilind bûm. Bi hezaran Denîz hatibûn wir. Denîz, Denîza gel e. Ez dixwazim Denîz biherikin Qada Gundogdûyê. Denîzek çû wê hezar Denîz werin. 20 roj çêbûn ku keça min jiyana xwe ji dest da lê 19 Denîz hatin ser dinê. Denîz nayên jibîrkirin.”   'BILA GUNDOGDÛ BIBE DENÎZ'    Poyraz, bi lêv kir ku gelê kurd û dostên wan ji bo Denîzê rabûn ser piya û wiha got: “Em dest bidin destê hev û aştiyê bînin. Îşelah Denîz bibe wesileya aştiyê. Ez dixwazim Qada Gundogdûyê tije bibe û bibe Denîz. Bila bi hezaran milyonan mirov biherikin wir. Denîz şehîda hemû gelan e.”