Cotkara titûnê: Bi salan e erd tevrik dikim, li ku bûn? 2021-07-07 11:29:56   SEMSÛR - Zeynep Çalişkan a 65 salî ku li navçeya Çêlikanê çandiniya titûnê dike, berteka xwe wiha anî ziman: "Bi salan e ez erd tevrik dikim. Heta niha li ku bûn?"   Wezareta Darisan û Çaniniyê, bazirganiya titûnê ya bê "belgeya rayeyê" qedexe kir. Bertekên cotkarên titûnê yên li dijî vê qedexeyê didomin. Zeynep Çalişkan a 65 salî ku li bajaroka Bûlamê ya navçeya Çêlikanê ya Semsûrê dijî 50 sal in çandiniya titûnê dike. Çalişkan bi hevjînê xwe re pêşa çiya qewartiye û wergerandiye erd. Li vî erdî çandiniya titûnê dikin û bi vê debara xwe dikin. Çalişkan, destnîşan kir ku hevjînê wê yê beriya 7 salan jiyana xwe ji dest daye emrê xwe di erdan de qedandiye û wiha got: "Niha jî titûnê qedexe dikin. Ez ê çawa debara xwe bikim? Wê me koçî ku bikin? Çavkaniya debarê ya bingehîn a Bûlamê titûn e."     BI TÎTÛNÊ DIZEWICIN   Çalişkan, da zanîn ku li bajarokê mirov bi vê titûnê zarokên xwe dizewicînin û ji xwe re malan çêdikin û ev tişt got: "Heke titûn jî bê qedexekirin, wê Bûlam tune bibe. Wê vî gelî bi ku ve bibin? Hûn dixwazin bi vî gelî bilîzin. Em pêlîstoka we ne? Heke em wêrek bûna ev tişt nedihatin serê me û titûna me nedihat qedexekirin. Hûn çima qedexe dikin? Nanê me bidin me piştre hûn qedexe dikin qedexe bikin. Tenê 2 dolim erdê min heye gelo ez dikarim lê çandiniya çi bikim."   TITÛN YA GEL E   Di berdewamê de xwest ku titûn neyê qedexekirin û wiha pêde çû: "Dev jê berdin bila titûn bibe ya gelê Bûlamê. Van mirovan heta êvarê di bin tavê de dixebitin. Min bi titûne zarokên xwe zewicand û da xwendin. Niha bi tena serê xwe ma me. Di gurçukên min de pirsgirêk heye. Nikarim emeliyat bibim. Bi dermanan li ser piya me. Heke titûn bê qedexekirin ez ê çawa debara xwe bikim. Mala min hilweşe kes nayê çênake. Baca çi? Davêjin girtîgehê bila bavêjin. Kî ye ji me bacê dixwaze? Bi salan e em li vir erd tevrik dikin. Heta niha li ku bûn? Baceke min a bidim tune ye. Qebûl dikin û nakin ew dizanin. Li ser vê zehmetiya me bacê ji me dixwazin. Titûna hin welatan tînin li vir difiroşin. Titûna me jÎ qedexe dikin. Çima vê li me dikin. Ya li min bidin an jî titûnê qedexe bikin. Ne heyfa van mirovan e?"   MA / Bariş Polat